28 april 2018

Meriv carnan dilbijok û carnan jî hesûd dibe



Li gorî blogerê jîr û jêhatî Emer Farûk Baranan nivîsîye du nivîsên Perxudresê tam 22 hezar car hatine tikandin, yanî hatine xwendin.

Negotiye di nava çiqas zeman da ya jî ji kînga û vir da ye. Lê bloga Perxudres di sala 2015a da dest bi weşanê kiriye. Heger nivîs ya 2015a  be jî dîsa jî pir e. 

Li gorî tirkan û ewrûpiyan ne pir e, lê belê li gorî blogeke kurdî pir e, reqorek mezin e.

Dilê min bijiyayê û hinekî jî dexisîm.


Min gelkî dixwest nivîseke min jî hewqasî hatiba xwendin û heta jê derbas kiriba.

Însan çavnebar e, ji hin tiştan hez dike, dixwaze ew tiştên wî hebin, ew xwediyê wan tiştan be. Lê gava ew nikane bibe xwedî û hinekên din dibin xwediyê wan, wê demê dilê wî dibijê, didexise, hestên tevliyev pê ra çê dibin. Yanî meriv carnan dilbijok û carnan jî hesûd dibe. 

Ez nizanim tu nivîseke min gihîştiye vê tîrajê ya na. Ez bawer nakim. Lê xwezî min bizanîbûya di van 11 salên blogeriya min da nivîsa min ya herî zêde hatiye xwendin kîjan e û çend caran ?

Nivîsên min werin xwendin helbet kêfxweş dibim, lê neyên xxwendin jî xeyalşikestî nabim, moral, eşq û zewqa min a nivîsandinê kêm nabe. 

Ez ji nivîsandinê hez dikim, wek micadeleyeke li hemberî hêzên dakir dibînim, lema dinivîsim. Kes ji nivîsên min neke jî ezê ji nivîsandinê hez bikim.

2 kommentarer:

  1. Hevkarîya blogerên kurmancîyê nimûneyeka qenc a evandinê ye.

    Her hebin!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e, em ji hev hez dikin. Ez bi xwe ji hemû blogerên kurd hez dikim.
      Hêvî dikim em ji bo hinên din, bi taybetî ji bo partiyên kurd bibin numûne.

      Radera

PARVE BIKE