19 april 2018

Meclîsa tirkan parlamenteriya Osman Baydemir û Selma Irmakê jî betal kir



Meclîsa Tirkiyê bera Osman Baydemir û Selma Irmakê jî da, parlamenteriya wan jî xist. 

Lê hin kurd hîn jî dixwazin bibin parlamenter...

Meclîsa tirkan di civîna xwe ya îro da parlamenteriya wekîlê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir û wekîla HDPê ya Culemêrgê Selma Irmakê ji wan stend.

Meclîsa tirkan, partiyên tirk bi vî hawî careke din nîşan dan ew naxwazin kurd di meclîsa wan da hebin. Lema jî ciyê kesê ne tirk û ne pan-tirkîst û ne faşîst di vê meclîsê da tuneye.

Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdoganê gurcî do ji nişka ve tarîxa hilbijartinên pêşwext îlan kir û îro jî parlamenteriya Osman Baydemir û Selma Irmakê da stendin.

Miheqeq sebebekî vê ecela Erdogan û Bahçelî heye, belkî dixwazin siyasetê li Osman Baydemir yasax bikin lema. Hebûna yên wek Baydemir wan nerehet dike.

Tirk, kurdan û him jî kurdên herî mulahîm, herî maqûl û ne ”kurdçî” ji meclîsa xwe davêjin, diqewitînin, yeko yeko ceza dikin, lê partiyên kurd hîn jî dixwazin têkevin hilbijartinan û herin vê meclîsê antî-kurd û faşîst.

XXX
Cîgirê Partiya Saadetê Bîrol Aydin li dijî piştgiriya Erdogan ya bombeberankirina Amerîka ya Sûriyê derketiye û gotiye:

”Di şefa Mîracê da Îngilistan, Amerîka û Fransa li ber çevê hemû serokên misilmanan erdê îslamê bombebaran dikin. Hin serokên welatên misilman dibêjin ew ji vê êrîşê memnûn bûn. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku memnûniyeta xwe diyar kir. Zîleteke ji viya mezintir nabe. Ev coxrafya hew kane vê zîletê(biçûkdîtinê, xordîtinê, heqaretê) rake…”

Amerîkayê şevekê tenê çend fuze avêtin ji Sûriyê da. Bîrol Aydinê pir dîndar vê yekê wek ”zîletê” dibîne. Lê Tirkyê 57 rojan Efrîn bombebaran kir rojekê jî li dij derneket û negot ev ”zîlet” e, ev zulm e, çavsorî ye.

Serê salan e Tirkiye bi rengekî sîstematîk çiya û gundên Kurdistana Başûr bombebaran dike, 12 barên kurdan bi erdê ra kirin ye. Bi sedhezaran kurd li welatên xwe koçber bûn.

Yek rojê jî Bîrol Aydin negot ev zîlet e li kurdan, çima hûn vê zulmê, vê neheqitê li kurdan dikin?

Rim êdî di çewêl hilnayê, me hevûdu baş nas kir, bi îktîdara AKPê ra derket ortê hêzên îslamî yek milîmê jî ji kemalîst û faşîstên tirk ne baştir in, hemû jî kurdan neyarên xwe dibînin û zulmkirina li kurdan bi heq û rewa dibînin.

Partiya Saadetê, MHPê, AKPê, CHPê, ÎPê, KPê qet ferq nake, hemû jî neyarên qewmê kurd in, Bîrol Aydin jî yek ji wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE