09 april 2018

Me îro silavek da gorra hevalekî li ber dilê me pir ezîz !


Her sal roja 9ê nîsanê dema ez û xanim berê xwe didin gorristana Strandkyrkogardenê û diçin ser gorra Aslan, xem û kovanek mezin digre ser dilê min. 

Dikevim derya xem û xeyalan.

Ez û xanim bi rê da ji hev ra qala rojên borî, qala serpêhatiyên bûne xewn û xeyal dikin.

Îro dîsa ew roj bû û ez û xanim li gorristana Strandkyrkogarden bûn û wek her sal dîsa bûn mîvanê hevalekî li ber dilê me pir ezîz, em çûn ser gorra Mehmet Aslan Kaya.

17 sal pir zû derbas bûn. 

Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din.

Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê fedekar û canfîdayê kurd û Kurdistanê û alîkarê her kurdê Stockholmê xemgîn kir. 

Mirineke pir zû bû, kesî bawer nedikir Mehmet Aslan Kaya, ev Xocê xizirê her kurdê Stockholmê ewê wiha ji nişka ve xatir ji me bixwesta…
Îro rojeke xweş bû, ne berf bû, ne baran bû. Ez û xanim piştî me xurîniya xwe kir em ketin rê. 

Li Gullmarsplan, li taxa me ya berê, ji ser gulfiroşa me ya her sal me nêrgizek xweşik kirî û çûn li otoboza xwe siwar bûn.

Bi rê da me qala rojên borî û sohbeta bi Aslan ra kir.

Me qala hin gotin û xusûsîyetên wî kir. 

Me qala fedakariya wî kir. 

Me qala zanîna wî ya kompîtorê kir. 

Me got di warê teknîk û programçêkirinê da zana û alimekî mezin bû, wek şûrekî şamê li pişta hemû kurdan bû.

Lê pir zû ji pişta me çû.

Berî me hin dost û hevalên wî çûbûn ziyareta wî, wan jî gulên xwe danîbûn ser gorra wî. 

Ev 17 sal in tim wiha dibe, yek carê jî li ser gorra wî em rastîê hev nehatine. Tim ew berî me diherin.

Kevirê gorra wî hinekî xwar bûbû, bala me kişand. Lê med est nedayê. Bi wextê ra kevir ji ciyê xwe dileqe.

Gorristan xalî bû, bêyî me jineke din li aliyên din yê gorristanê bû. Û swêdiyekî kûçikê xwe li wan deran digerand.
Îsal xeberên me jê ra birin gelkî ne xweş bûn. 

Min jê ra got pismam, sal bi sal xwezî bi par ! 

Mixabin rewşa kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî pir xerab e. Daîş ne bes bû, Îraqê û Tirkiyê jî xwe da ser. Nuha ew jî şerê kurdan dikin. Tirkiye êdî ûkere bi Daîşê û çeteyên din ra êrîşî kurdan dike.

Min jê ra qala îxaneta 16ê cotmeha par kir.

Min got Îraqê bi alîkariya hin kurdên xayin Kerkûk, Xurmato û gelek derên din dagir kir û bi hezaran kurd dîsa koçber bûne.
Min got kurd hîn bêtifaq in, hîn biaqil nebûne.

Min got Efrîn jî ji dest me çû, Tirkiyê jî Efrîn dagir kir û dixebite gelek derên din jî dagir bike.

Min bi van xeberên xwe yên ne xweş û tahl di gorrê da kul û derdên wî zêde kir.

Xanimê got, Wêranşar li ku gorristana Strandkyrkogardenê li ku? Qederê tu anî bi ku ve derxist ?

Kê bîr dibir jiyana te ewê wiha biqede û emê jî van rojan bibînin?

Van gotinên xanimê ez kelogirî kirim…

Me gelek tiştên din ji hev ra got, me qala roja wefata wî kir.
Me qala bihîstina wê xebera reş kir. 

Me got di ser wê roja reş ra vaye 17 sal derbas bûn û em hîn li xerîbiyê ne, hîn venegeriyane welatê xwe. 

Piştî vê sohbeta dirêj wexta xatirxwestinê hat. 

Xatirxwestina ji miriyan pir zahme e, dema meriv ji ser gorrê dide rê, hisekî pir xerîb, êşeke kûr xwe bera hinavê meriv dide, meriv xwe qeleş his dike.

Çimkî meriv nikane mirî ji gorrê rake!
Meriv terka wî dike…

Meriv diçe mala xwe û mirî di gorra wî da li pey xwe dihêle.

Meriv careke din his dike mirin çiqasî tahl û ne xweş e.

Îro vegera ji ser gorra Aslan bi min wek qeleşiyekê hat… 

Bi vê êşê me xatir ji lawikê mexsoyî, ji canfîdayê kurd û Kurdistanê xwest. 

Bi hustuxwarî û bi dilekî şikestî me terka wî kir.

Me ew û nêrgiz û kulîlkên wî li gorristana Strandkyrkogardenê bi tenê hîşt, me pê ra bêbextî kir, em çûn mala xwe, ew ma di gorra xwe ya sar da….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE