08 april 2018

Maneya jiyanê

Maneya jiyanê jiyaneke bi mane ye


Jiyan pir kin e
tu rêbaz û qaîdê wê tune
dibê meriv carnan efû bike
carnan efû neke
carnan bide dû dilê xwe
carnan paşê xwe pê da ke
carnan wek dînanan hez bike
carnan hezkirinê ji bîr bike
lê gava te hez kir
bira hezkirina te ji dil be
bira durûtî û pûştî tê da tunebe
ji henakan hez bike
ji hinekan nefret bike
hinek misteheqî nefretê ne
û hinek jî layqî hezkirinê û hurmetê ne
hin însan ji makzayîda pîs in
gava te ferq kir
silavê li wan neke
çaya wan venexwe
hin însan dû ra pîs dibin
ew hîn tahlûke ne
têkiliya xwe ji wan qut ke
û başan jî bide ser serê xwe
li vê dinyayê tiştê herî muhîm
ne zengînî û feqîrî ye
ne pere û pûl e
şeref e,
azadî ye
camêrî ye
ne qeleşî û pûştî ye
mêranî û merdî ye
heta ji te tê merd be
comerd be
tiştê herî muhîm
qebûlnekirina bindestiyê ye
micadele û şerê ji bo azadiyê ye
dibê meriv bindestiyê
koletîyî tu carî qebûl neke
ji dagirkeran
û ji hevalbendên wan
nefret bike
wek kurd dibê meriv tiştekî qet ji bîr neke
li vê dinyayê
jiyana herî rezîl bêwelatî ye
wek kurd tu kî bî jî û çi bi jî
ferq nake
ev jî jiyana te bi xwe ye


///Zinarê Xamo

Not: nivîsa li ser risim bi swêdî ye: 
Maneya jiyanê jiyaneke bi mane ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE