21 april 2018

Le kê ewê min efû bike?



Napolyon, generalê ku xwest wî bikuje da mahkimê û ji hakim ra xeber şand, got, ”Tu wî mahkûm bike, dû ra ezê wî efû bikim!”

Hakimê serokê mahkimê bersîveke dîrokî da Napolyon:
”Baş e, le kê ewê min efû bike?!

Ne di dîroka Osmaniyan da û ne jî di ya Komara Tirkiyê da ji tirkan hîn hakim û mêrekî wiha derneketîye.

A ji bo ku derneketiye, ji bo ku hakimekî wiha tuneye, îro li Tirkiyê edalat di bin emrê Erdogan da ye, Erdogan çi emir û fermanê bide kîjan hakimî, ew emir û fermana wî tê bicîanîn…

Ji ber ku Erdogan zane tirk ne ew milet e ku li hemberî zulmê û neheqiyê rabe, lema jî wek kabûsekî ketiye ser dilê me û wan.

Bi tirkî dibêjin: ”Zulum ile abad olanin sonu berbat olur.” Yanî kesê bi zulma li kesên din dike bextewar bibe, dawiya wî jî ewê berbat bibe. 

Hûnê bibînin dawiya Erdogan û malbata wî ewê ”berbat be…”



Mamosteya bi navê Ayşe Çelik ji Diyarbekrê ye. Ji ber ku di dema şerê Sûrê da bi telefonê beşdarî bernameya Beyaz Showê bû got "bira dayik negirîn û zarok neyên kuştin" ji aliyê dadgehê ve bi salek û 3 mehan hate cezakirin. Ayşe Çelîk û pitika wê ya 6 mehî îro tewqîf kirin. 

Ayşe Çelîkê kurd, dayik û zarokên kurd neparastiye, navê wan negirtiye devê xwe, tenê gotiye "bira dayik negirîn û zarok neyên kuştin" 

Lê mahkime dibêje maneyeke vê gotinê ya veşartî heye, ”bira zarok neyên kuştin” tê maneya bira zarokên kurd neyên kuştin û ”bira dayik negrîn” jî tê maneya bira dayikên kurd negirîn. 

Û ev jî tê maneya Ayşe Çelîk li dijî kuştina zarokên kurd e, li dizî kuştina terorîsta ye. Dema dewlet zarokên kurd nekuje û dayikên kurd negrîn ewê çawa şerê terorîstan bike?

Ji bo ku dewlet şerê "terorîstan" bike dibê zarokên kurd bikuje û dayikên kurd girî bike. 

Ji bo şerê li dijî terorê kuştina zarokên kurd û bi girîkirina dayikên kurd şert e. heqê dewletê ye.

”Bira zarok neyên kuştin û dayik negirîn”, ne gotine ji bo gelemperî, am e, parastina zarokên kurd û dayikên kurd e. Bi vê gotinê Ayşe Çelîkê gotiye bira dewlet terorîstan nekuje û dayikên terorîstan bi girî neke.

Lema jî kî bibêje ”bira zarok neyên kuştin û dayik negirîn” piştgiriya terorê ye.

Dibê meriv bibêje ”bira zarok werin kuştin” û ”bira dayik bigrîn.”


XXX
Ji ber ku kurd nikanin bi dijminên xwe dikevin gewriya hev, êrîşî hev dikin. 

Tebîeta însên wiha ye gava di şer da, di micadeleyekê da, di karekî da bi ser nekeve, wenda bike, bi hev dikevin Û yên serketî jî serketina xwe pîroz dikin.

Ji bo ev rewş biguhere dibê serok û siyasetmedarên biserneketî, têkçûyî ciyên xwe bidin hinekên nuh. Heta pêşeng û rêberên me eynî kes bin ev dubendî, ev şer û bêtifaqî ewê berdewam be. 

Dibê em hinekên nuh û siyaseteke nuh biceribînin. Lê ew jî dûr xuya ye.

XXX
Gayê ehmeq kêra qesêb dialêse. Kurdê kêmaqil û nezan, kurdê bûye cahş û xayinê qewmê xwe ji neyarê xwe, ji Erdogan hez dike, wî wek dost dibîne.
Tu ferqa van xwefiroşên bişiûr ji gayê kêra qesêb dialêsê tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE