27 april 2018

Kes ne mecbûr e tivinga dijminê xwe maçî bike



Dijminên me îro ji me xurttir in rast e. 

Li Tirkiyê û li Kurdistanê şertên micadelê pir zor bûye û bi rîsk e, rast e.

Li Tirkiyê dewlet li hemberî her kurdê mixalif teroreke irqçî, faşît dimeşîne, rast e.

Di van şertên giran û bi rîsk da her kes nikane, newêre micadelê bide, ew jî rast e. Tiştekî însanî ye.

Di rewşên wiha giran da hin însan ditirsin, newêrin dengê xwe derxin ev jî normal e, ez fêm dikim. Her kes ne qehreman e.


Lê belê meriv ne mecbûr e bibe segê dewletê û gav û saetê êrîşî gelê xwe bike.

Meriv ne mecbûr e bibe xulamê, peyayê Erdogan û rejîma wî ya faşîst û ant.-kurd. 

Meriv ne mecbûr e dagirkeriya Tirkyê, zulm û terora Tirkiye li hemberî kurdna dimeşîne rast, bi heq bibîne.

Meriv newêre dengê xwe bike, lê dibê nebe hevalê dijminê xwe jî. Li hemberî zulmê bêdengmayin tirsonekî ye, lê hevaltiya dijmin bênamûsî ye.

Ji bo min tu ferq di nabêna qatilê bavê min û kurdên bûne peyayên Erdogan da tuneye.

Tu ferq di nabêna van neyarên qewmê min û kesên bi wan ra teşrîkî mesaî dikin, kesên bi wan ra hevaltiyê dikin, kesên bi wan ra di telewîzyonan da programan çê dikin û pesnê vê rejîma faşîst û neyarê kurdan didin tuneye.

Xwendevanekî gotiye ”apo, ez wê qelema te maçî dikim”!

Înasn kane vê nivîsê ji ber şertên em hemû zanin neecibîne.
Ez naxwazim kes biecibîne jî.

Însan kene ji ber şertên em hemû zanin pênûsa min maçî neke.
Ez naxwazim kes maçî jî bike.
Ez viya fêm dikim û hurmetê nîşan didim.
Lê însan ne mecbûr e tivinga dijminê xwe maçî bike.
Kurdê tivinga dijmin maçî dike,
ji dijmin ra dibêje qewet be ji te ra
di çavê min da ew xayin e û qatilê bavê min e



Dilo, ka were em ji ber vê bêxwediya kompîtorê rabin
Merivên dilê te ji wan maye,
merivên tu ji wan aciz bûye,
merivên tu ji wan ra xeberan didî
yek jî ne hêjayî
tu serê xwe bi wan ra biêşînî
bênamûs û xayin pir in
binamûs mêr hindik in
lê dîsa jî emê zora wan bibin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE