28 april 2018

Hîva Yuce xanimê ji min ra silav şandiye


Hîva Yuce xanimê nivîsa min ya li ser wê xwendiye. Pir kêfxweş bûye û ji bavê xwe xwestiye li ser navê wê bersîvekê bide min û silva wê bigihîne min.

Ez bi silava Hîva xanimê û nameya bavê wê Mem Bawer kêfxweş bûm. Înternetê dinya pir biçûk kiriye. Min do li ser Hîva Yuceyê nivîsî, wê tavilê nivîsa min xwendiye û îro jî bi nameykê spasî min kiriye.


Nameya bavê Hîva Mem Bawer û bersîva min li jêr in.

"Mamoste merheba,
We li ser Hîva nivîsek nivîsî bû..
Min wê nivîsê jê re xwend, gelek kêfxweş bû. Li ser daxwaza wê min xwest ez bersivek bidim we û silavê wê ji we re bişînim.

Hîva hîn xebatên xwe didomîne. Her şev beriya ku razê pirtûk dixwîne û di hembêza wê de pirtûka wê û bi vî awayî radizê.

Ez Mem Bawer, bavê Hîva me. Ev bû 5 sal li ser wêjeya zarokan dixebitim. Min Weşanxaneya Hîva’yê ji bo zarokan ava kir. Lê du sal berê ez ji wan qetiyam. Niha jî ez xwediyê weşanxaneya Morî Zarok’ê me. Em we jî ji nêz ve dişopînin, antolojiya we ya çîrokan hefteyek berê min tevli pirtûkên xwe kir û şand Norweçê. Ez hevalê birayê we Fayîq im jî..
Silav û hurmet ji we re"

XXX

Merheba te û silava Hîva xanimê ji Diyarbekrê heta vir ser sera, ser çava. Bi vê bersîva te û silava Hîva xanimê pir kêfxweş bûm. Têm herdu çavên Hîva xanimê û jê ra serketinê dixwazim. Bira binivîse û tu carî dev ji nivîsandinê bernede. Gelek silavên biratiyê.
Zinarê Xamo
Stockholm
2018-04-28


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE