05 april 2018

Hindik-Rindik îro 400 hezar serdan li pey xwe hîşt


Du roj berê Emer Faruk Baran bi rêya Whatsappê ji min ra got ”apo, ma haya te jê heye tîraja hindik-rindik nêzî 400 hezarî dibe? Ma tu nafikirî nivîsekê li ser binivîsînî?”

Min got weleh tiştekî wiha qet nehatibû bîra min, lê baş bû ku te bi bîra min xist, dema bû 400 hezar ezê tiştekî binivîsînim…”

Min îro hew dît 400 hezar derbas kiriye, bûye 400307. Ê dema xwendevanên meriv yên rojane  600-700, 1000 kes  bin meriv hew dibîne 400 hezar hat jî…

Serê vî lawikê sirûcî pir dixebite, ev lawik pir jîr e, lê xwediyê wî tuneye. Kesê li aqil wî xwedî derkeve tuneye. Camêr tiştê qet nayê bîra meriv jî bi bîra meriv dixe. 

Mesela tîrajê jî yek ji wan pîşikê wî yê baş e. Li ciyê rehetiyê ji min ra karek derxist.

Nuha ez baş nizanim ezê ji ku dest pê bikim û çawa biqedînim…

Ev 11 sal in blogeriyê dikim. Kanim bibêjim ez blogerê kurmancî yê pêşî me. 

Di van 11 salan da rojên rêwîtiyê û nexweşî ne tê da min her roj herî kêm nivîsek, hin rojan jî 3-4 nivîs nivîsîne.

Ji 30 îlona 2007a û heta îro min 4920 meqale nivîsîne.

Xeyala min ya herî mezin rojekê ji van nivîsan hinekan wek kitêb, di çend cildan da biweşînim. Ne hemûyan, ne xeberên rojane, lê qismekî hêjayî weşanê di çend cildan da top bikim.

Ji bo ku di cîhana sanal, xeyalî da nemînin û dû ra wenda nebin.

Min tu carî guh nedaye tîrajê. Ez dinivîsim, tê xwendin, nayê xwendin ji bo min ne muhîm e. Were xwendin baş e, neyê xwendin jî tişt nabe. Yanî moralê min xera nabe, ez ji nivîsandinê sar  nabim.

Çimkî ez bi blogeriyê tîcaretê nakim, ez bi blogeriyê li hemberî hêzên dagirker û hevalbendên wan û asîmîlasyonê micadeleyekê didim. Ez bi vî çavî li blogeriya xwe dinêrim.

Ji bo min nivîsandin, blogerî şiklekî micadela azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê ye, qebûlnekirina bindestiyê û dagirkirina Kurdistanê ye. Xebateke ji bo Kurdistaneke azad e. Ev ji destê min tê ez viya dikim. 

Wek kesekî bi bindestiya xwe hesiyayî ye bi blogeriya xwe ez li hemberî gelê xwe û welatê xwe wezîfeya xwe tînim cî.

Nuha berî ku ez dest bi vê nivîsê bikim, min li jimara tikandinê yanî li tîraja hindik-rindik ya heta nuha nêrî. Tîraja 10 salên borî 400307 e.

Ji ber min mekteb nexwendiye matamatîka min ne baş e, lê bi qasî min hesab kir meriv 400 hezarî li 10 salan par ve bike mehê dike li dora 3 hezar ziyaret.

Berê tîraja min ya rojane di nabêna 20-40î da bû. Lê ev saleke, bi taybetî jî piştî mîzanpaja nuh tîraja hindik-rindik deh qatan bilind bûye, nuha jimara serdanên rojane di nabêna 600 û 1000 da ye...

Ne ji bo blogerekî swêdî, tirk, lê ji bo blogerekî kurmancî ev tîraj pir baş e.

Tîraj ji bo rojname, kovar û kitêban muhîm e. Lê gelo eynî tişt ji bo blogerekî jî muhîm e?

Ji bo kê muhîm be jî lê ez zêde ne li dû wê me. Rojê yek kes jî hindik-rindik zîyaret neke dîsa jî ezê binivîsînim.

Ji ber ku ez di bloga xwe da reqlamê nakim û pera qezenc nakim. Lema jî ez ne li dû tîrajeke bilind û reytîngê me. Ji bo min ya muhîm ez kurdî bi kurdan şîrîn bikim, bi blogeriya xwe kanibim tesîrê li çend keç û xortên kurd bikim ji bo ku ji zimanê xwe hez bikin û fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bibin.

Ji bo wê jî di mesela tîrêjê da ez ne merivekî çavnebar, dexes û pexîl im, tîraja min ji blogên din kêmtir be jî ez xwe naqeherînim û ji xwe ra nakim derd.

Di normalê da bloger pexîl in, ji hev didexisin, dixwazin tîraja herî zêde ya bloga wî be. Ev hestekî normal e.

Lê ez bi xwe guh nadim tîrajê. 

Bes ev nayê wê manyê serdanên zêde min kêfxweş nake.

Helbet serdanên zêde min kêfxweş û dilşa dike, ez dibînim tiştê min nivîsîye tê xwendin. Fena ku tu fêkiyê dara xwe top bikî, bibî bazarê û fêkiyê te tavilê were firotin, di hustiyê te da nemîne.

Bilindiya tîrajê jî tiştekî wiha ye. Meriv dibîne xwendevanên meriv, mişteriyê nivîsên meriv hene. Ev him enerjiyekê dide meriv û him jî zewq û şewqa nivîsandinê bi meriv ra xurt dike.

Lê xwendevanê min kêm bin jî daxwaza nivîsandinê bi min ra kêm nabe.

Emer Faruk Baran bi pêşniara xwe bû sebebê nivîsandina vê nivîsê, lema ez vê nivîsê diyarî wî dikim.


2 kommentarer:

  1. Spas bo vê dîyarîya xweşik Apê Zinar,

    Karxezalek wanî metha min bide ezê tavilê herim şopê kevim bînim bikim kebanîya mala xwe. Xwedêo Xwedêo, berî tîraja Apê Zinar bibe 1,000,000 tu deri qapîyekî xêrê ji min re vekî :) Amîn. Têm destên te Apo.

    SvaraRadera
  2. Her tişt roja xwe, wext û saeta xwe heye, dinya tije surprîz in, te hew dît rojekê karxezalek rastî te hat. Lê ji bîr meke, ji bo meriv rastî karxezalen bê, dibê meriv nêçîrvan be û derkeve nêçîrê.
    Spas ji alîkarîya te ya bi hindik-rindik ra

    SvaraRadera

PARVE BIKE