21 april 2018

Gaziyek li hemû partî, serok û ronakbîrên kurd !




Tiştê Tirkiye li Efrînê dike JENOSÎD e, qirkirina, ji ortêrakirina kurda ye.

Tirkiye li Tirkiyê û li Sûriyê li hemberî kurdan bi rengekî organîze û sîstematîk siyaseteke JENOSÎDê dimeşîne.

Maneya jenosîd ya ferheng û ansîklopediyan wiha ye:

”Jenosîd, ji ber sebebên dînî, irqî, mezhebî, kulturî ji ortê nefîkrina, qetilkirina grûbeke etnîkî.  miletekî ye.”

Tirkiye him li Tirkiyê û him jî li Sûriyê ji ber etnîsîteya kurdan yanî ji ber ku kurd kurd in zulmê li wan dike, mohra terorîstiyê li wan dixe, wan ji werên wan nefî dike.

Ji ber ku gelê Efrînê kurd e Tirkiye Efrîn dagir kir û mal û milkên kurdan talan kirin.

Ji ber ku efrînî kurd in, wan ji gund û bajarên wan derdixin û erebên Xûtayê û Dûmayê li gund û bajarên wan, di malên wan da bi cî dikin û nahêlin kurd vegerin malên xwe.

Ev JENOSÎD e!

Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.



Ji hukûmeta Kurdistana Başûr tiştek sadir nabe, dibê meriv ji bo beşên din yên Kurdistanê tu hêviyê ji hukûmeta Kurdistana Başûr neke.

Gerek hemû partiyên kurd yên her çar perçeyên Kurdistanê, bi kêmanî yên tên, tavilê, bi lez bicivin û ji Neteweyên Yekbûyî, ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Mahkima Mafê Mirovî ya navnetewî alîkariyê bixwzin, tiştên Tirkiye û çeteyên wê yên îslamî li Efrînê dikin bi rapor û belge bigihînin van dezgehan. 

Ji bo dîplomasiyê, çûna Neteweyên Yekbûyî, xebetên li Ewrûpayê dibê tavilê heyeteka netewî were çêkirin û ev heyet dest bi xebatên xwe bike, înformasyonê bide medyaya dinyayê, ji dinyayê alîkariyê bixwe. Zulma Tirkiye li kurdan dike, sûcên Tirkiye û çeteyên wê dikin top bike û li medyaya dinyayê belav bike, bide Neteweyên Yekbû.

Tiştê Tirkiye nuha li Efrînê, li Tikriyê li hemberî kurdan dike JENOSÎD e, ev vekirî ye, dibê serokên me bi dengekî bilind viya ji dinyayê ra bibêjin. Dibê her kes bizane li Kurdistana Bakur û li Sûriyê Tirkiye çi tîne serê kurdan…


Tiştê Tirkiye nuha tîne serê kurdan ji qirkirina ermeniyan ne kêmtir e. Tirkiye gundan, bajaran ji kurdan vale dike, bi sedhezaran kurdî mecbûrî koçberiyê dike.

Ji ber ku kurd e li Tirkiyê zulmê însan dikin, digrin, dikujin, dixin zîndanan, yanî terorîze dikin.

Tenê ji ber ku kurd in vê zulmê li însanan dikin, wekî din tu sûc û sebeb tuneye. 

Tenê ji bo ku kurd e, ji însanan ra dibêjin ”terorîst” !

Hukûmeta AKPê ji her kurdê mixalifê xwe ra dibêje ”terorîst”, partiyeke 6 milyon ray girtiye terorîst dibîne.


Li Tirkiye 10 hezar însan ji ber ku kurd in di zindanan da êrsîr girtine. 

Parlamenteran, serokên belediyan ji bo ku kurd in ji wezîfê digrin, ceza dikin.

Ev JENOSÎD e, neyartiya qewmekî ye, terorîzekirina miletekî ye.

Dibê em li jenosîda xwe temaşe nekin, dibê em haya dinyayê pêxin, alîkariyê bixwazin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE