04 april 2018

Ez ne çilek im lê dilbijok im



Li Wêranşarê ji kesê zêde miriyê zikê xwe, pir çavbirçî ra, kesê dilê wî dibije her tiştî ra dibêjin ”çilek.”
Û ji kesê dilê wî zû dikeve tiştan ra jî dibêjin ”dilbijok.”
Ez ne merivekî ”çilek” im, lê belê merivekî dilbijok im.
Gava tiştekî xweş, çeleng dibînim dilê min dibêjê, dixwzim yê min jî wer xweş be.
Dixwazim ez jî xwediyê tiştekî wer xweş bim.
Kincê, sola/qondera ez jê hez bikim buhayê wê çi be jî perê min hebe dikirim.
Tu carî xwe mişz nakim.
Tu carî ilê xwe mahrûm nakim.
Tiûtê dilê min dixwaze dikim û dikirim.
Ez merivekî hinekî mukemelîyetçî me.
Dixwazim her tiştê min xweşik be, bêqusûr be. Heta ji yê xelkê xweşiktir be…
Berê blogên kurdan tunebûn, lema jî dilê min nedibijiya bloga tu kesî. Min tu blog di ser ”hindik-rindik” ra nedidît.
Li blogên tirkan jî hema hema qet nanêrim.
Çimkî her tiştê tirk û tirkî, welatê wan, zimanê wan, însanên wan, navê wan yanî her tiştê tirkan li ber çavê min reş bûye, bûye qitran.
Helbet yê ereban jî, ez di rêwîtiyê da nikanim li kêleka erebekî û tirkekî rûnim.
Tavil ciyê xwe diguherim.
Heger rêwîtiya dûr be bikanibim bilêta xwe dişewitînim, lê li kêleka tirkekî û erebekî rêwîtiyê nakim.
Ji farisan hîn hewqasî ne aciz im, nizanim çima…
Ez ji mijara xwe dûr ketim. Min qala blogên kurdî dikir.
Nuha blogên kurmancî zêde bûne. Û hemû jî xort in.
Îcar ji ber ku xort in ji min pêşdatir û moderntir in.
Gelek tiştên dilê min dibijê dikin.
Çimkî xort tim avantgardîst in.
Her cara ez blogên wan, mijarên wan dibînim dilê min dibije wan.
Ez dibêjim xwezî bloga min jî wiha bûya.
Xwezî min min ev tişt binivîsîya.
xwezî ev tişt bihata bîra min jî…
Ez dixwazim ez jî wek xortan tiştên nuh û xweş binivîsim.
Qala tiştên pri ecêb bikim…
Lê xwestin tenê têrê nake, dibê dil û meju xort be, ji bo ku kanibe wek xortan lê bide û bifikire.
Ew jî bi min ra tuneye….




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE