07 april 2018

Erdogan Fransa bi terorê tehdît kir !




Erdogan, Fransa bi terorê tehdît kir, got ”tiştê li Almanyayê bû ewê li Fransayê jî bibe !”

Erdogan her roj mizgîniya kuştina kurdan dide tirkan. Tirk jî her cara ji devê Erdogan kuştina çend hezar kurdan dibihîzin ji kêfê har û dîn dibin û xur dikeve canê wan… 

Erdogan îro jî li Denîzliyê mizgîna çend hezar kurdên din da tirkan û got:

”Li gorî reqema herî dawî ji min ra gotin, li Efrînê 4 hezar terorîst hatin tunekekirin. Li der, li hundur, yên li bakurê Îraqê hatine kuştin nabêjim. Heger em wan jî di ser kin 4 hezar û 200î, 4 hezar û 300î dibîne.

Piştî vê mizgîniyê gef li Fransayê xwariye, Fransa jî bi terorê tehdît kiriye, gotiye ”tiştê li Almanyayê bû ewê li Fransayê jî bibe.” ! 

Mêrik bêyî bitirse eynî wiha gotiye:

”Fransa, tu şalûziya terorîzmê dikî, tu destegê didê û dû ra jî tu li Qesra Elîze mazûbantiya terorîstan dikî. Hûnê nikanibin hesabê viya bidin, ji nuha û pê da jî hûnê nikanibin ji bela terorîzmê xelas bibin. We dît, terorîstan li Almanyayê çi kir? Li Fransayê jî ewê eynî tişt bibe…”

Wek tê dîtin Erdgon bi van gotinên xwe Fransayê bi rengekî eşkere bi terorê tehdît dike, dibêjê heger hûn ji gotina min derkevin, heger hûn wek min dijminatiya kurdan nekin tiştê me li Almanyayê da kirin, emê li Fransayê jî bidin kirin.

Û him jî bêyî virda û wêda, gotiye ”ewê li Fransayê jî bibe!”
Heger Fransa dewleteke cidî be ewê hesabê vê beyanê ji Erdogan bibpirse û bibêje ji îro û pê da li Fransayê çi teqîn çê bibe mesûl tu yî, em te nas dikin !


Polîsên tirk ji ber ku zava kurd e nehîştin bizewice, bi îdîa li Erdogan "heqaret" kiriye tewqîf kirin

Li Diyarbekrê zava çû bûkê ji ser kûafur bigre, bi rê da hat girtin. Ji ber ku li serokkomar Erdogan heqaret kiriye û cezayê wî tesdîq bûye polîsan bi rêda ereba zavê sekinandin û zava girtin. 

Malbatê dawet bêzava çêkir.
Dewleta satilmiş dîlbaz, polîsên tirk bi sadîstiyeke dûrî aqilan zulmê li me dikin.
Ev dewleta tirk e, tiştê tam layiqî xwe dike

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE