10 april 2018

Erdogan di mesela Efrînê da Rûsya bêminet kir



Erdogan bersîv daye beyana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.

Lavrov gotibû ”Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tu carî negotiye hêzên tirk ewê li Efrînê bimînin. Piştî bidawîbûna operasyonê divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyê."


Erdogan îro bersîv da Lavrov û got:

”Ev dîtineke gelkî şaş e. Em baş zanin emê Efrînê teslîmî kê bikin. Dema ew roj hat em zanin emê Efrînê bidin kê. Lê belê tespîtkirina wî zemanî aîdî me ye. Yanî em wê wextê diyar dikin, ne birêz Lavrov…”

Weleh mêrik bersîveke baş daye Lavrov. 

Tirk wiha ne, piştî îşê xwe bi Lavrov qedandin û Efrîn dagir kirin, nuha jî wî bêminet dikin. 

Ev bersîva Erdgogan meydanxwendina ji Rûsyayê ra ye.
Heger Pûtîn mê be dibê di bin vê gotina Erdogan da nemîne.

Hela ka em binêrin bersîva Lavrov û Pûtîn ewê çi be?
Lê ez bawer nakim ji rûsan tu mêranî sadir bibe û vê quretiyê ji Erdogan ra 






Erdogan derbarê Efrînê de bersiva Rûsyayê da 



Rûsya û Amerîka xwe li hev radikşînin. 

Weleh dixwaze bira çavê hev derxin û qira hev bînin. Ji bo me kurdan qet ferq nake. Nuha herb tuneye em di ber nigan çûn. Herbek mezin derkeve belkî xêra wê di me jî bigere. Bi kêmanî yên din jî ewê werin kuştin, wek nuha ne em tenê.

Lê di vê nabênê da pir mimkûn e tiliya hinekan li çavê bavê tirkan yên nuh keve.

Feqet tirk ji rûvî konetir û ji farisan pînctir in, belkî dîsa jî bê qeza û bê bela xelas bibin.

Ev 100 sal tirk him Rûsyayê û him Amerîkayê û Xerbê dixapînin, kanin dîsa hedu aliyan jî bixapînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE