08 april 2018

Erdogan di dagirkirina Efrînê da spasî MITê kir



Erdogan di êrîşa ser Efrînê da ji bo 5 tiştan spasî MITê kiriye
Ji van 5 tiştan yek jî perwerde, kontrol û îdarekirina ”Artêşa Azad” bûye.

Yanî Îtîlafa ENKSê jî, Artêşa Azad jî, mixalefeta Sûriyê jî hemû di bin kontrola MITê û Artêşa Tirkiyê da bûne û MITê ew îdare kirine. 

Nuha jî MIT ne dihêle kurd vegerin mal û gund û bajarên xwe û ne jî dihêle ENKS here Efrînê. 

Çimkî MITê karê xwe bi wan qedand, nuha ji xwe ra hin kurdên din dîne, îcar wan dikin komîte û filan û bîvan. Ji bo bigihîjin armanca xwe û nigê xwe li Efrînê baş bi cî bikin hewcederayiya wan bi hin kurdên cahş û xayin hene, dibê meşrûyetê bide hêzên dagirker.

Artêşa Tirkiyê nahêle koçberên Efrînê vegerin malên xwe

Leşkerên tirk nahêle efrînê vegerin malên xwe.
Ev 4 roj in bi hezaran efrînê di nava bajarê Şêrewa û Efrînê da hatine sekinandin û nahêlin xelk verin malên xwe.

ENKS mitefikê Tirkiyê û Artêşa Azad bû. Hemûyan bi hev ra li hemberî PYDê şer kirin. Lê nuha Tirkiye bi efrîniyan ra nahêle ENKS jî here Efrînê. 

Kanala Erdogan Rûdaw jî êdî qala neheqiyên zulma Tirkiyê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE