16 april 2018

Dil kal nabe lê çavê xelkê jî ne kor e


Erê rast e, dil kal nabe lêbelê çavê xelk û alemî ne kor e...

Li mixazeyên kincan carnan çavê min li hin kincên xweşik dikeve û dilê min dibêjê. Di vî warî da ez merivekî dilbijok im, û hinekî ji bejna xwe hez dikim.

Li mixaze kincan dema çavê min bi montekî, bi paltoyekî, bi qazaxekî xweş dikeve diçim kabînê ji bo ku li xwe kim, prova bikim. Dema li ber neynikê disekinim û sûretê xwe, por û rîya xwe ya spî dibînim û li kincê di dest xwe da dinêrim, pê dihesim ku ev kinc yê xorta ye, ne li gorî kalekî wekî min e. Dev ji provê berdim, bi hustuxwarî ji kabînê derdikevim...


Tiştekî pir xerîb e, heta di neynikê da sûretê xwe nebînim bi kalîtiya xwe nahesim, xwe wek xort his dikim, nizanim ez kal im û ev kinc ji kalekî wekî min ra nabe.


Heta hinek bi bîra min nexin, ya ez di neynikê da sûretê xwe nebînin kalîtî malîtî tew nayê bîra min, ez dibêjim belkî ez tim xortê berê me.

Ev çi îşe min qet fêm nekir, bi bedenê ra dibê dil jî, hest jî kal bibûya. Lê bi Xwedê yê min nebûye, tew haya min ji bayê felekê tuneye, ez her roj hîn jî wek xortekî bi xanimê piyase dikim. Û tim jî ez li pêş û ew li dû ye...

Li dikanan hin carên xanim jî bi min ra be, gava ji bo provê radihîjim montekî ya jî qerpalekî din, xanim dibêje ”ma tu dîn bûyî ?, ev yê xorta ye, ji te ra nabe, xelkê bi te bikene…"

Bi van gotinên wê ra ez bi xwe dihesim, tiştê min rakiriye paş da datînim…

Rahmetiyê bavê min jî pir ji benja xwe hez dikir, taximên wî qat qat li ser hev bûn. Bi dehan qerawêtên wî hebûn.

Diyar e zewqa wî hinekî di min jî gerîya ye... 


Belasebeb negotine dil kal nabe. Ev rast e. Lê li alî din çavê xelkê jî heye, xelk dibîne dil ne kal be jî beden kal bûye…



Mihemed Ronahi Apo henek li aliyekî lê romanek derdikeve ji vê nivîsa te ya kurt. Romaneke qerase.
Zinarê Xamo Ew jî karê te ye. Ma tu ji bo çi heye?

Mihemed Ronahi Wer nebêje apo vê nivîsara te ne henek e. Ji kurahiya dil derketiye. Bi rastî jî hêja ye.
Zinarê Xamo Dema meriv tiyatroyê nelîze, bi xwe ra samîme be nivîs xweş dibe...

Mihemed Ronahi Apo xwezika êdî te ji wê ewropayê xwe bida Kurdistanê. Bi her awayê xwe tu ji me re lazım e.
Нура Шане Kekê Zinar belasebeb xeman nexû tu niha ji xortaniya xwe ciwantir xuya dikî.

Zinarê Xamo Gelek spas xwişka Nûra. Min tenê qala haletî ruhîya xwe ya hin deman kir…

Ali Kut Ez ditirsim tu hêdî hêdî dawa yekê jî li me bike û bibêjî ma Gur bi du parîyan namre! Li gor teorîyên derûniyê yên kognîtîv, tu di qrîza salan de ye. Di heqîqetê de wusa fikirîn nîşanê derûnîyeke baş û bi balans e. Tu merivekî bextewar e, di pîyaseyê de car car bihêle, bila diya zarokan li pêş bimeşe.
Mihemed Ronahi Ali kut cî li apê min teng meke. 

Ali Kut wele apê te û pismamê min Xamo têra xwe heye û xurt e. Li gor vî temenê giramgir Şêx Senanek jî jê derdikeve!

Mihemed Ronahi Wele çavê te lê ye tu wî ji rê derxî 

Zinarê Xamo Mihemed Elî, zêde nede bin cengê min, tu yê min kelemekê biqelibînî nigê min ê saxlem maye jî ewê kût bibe...



4 kommentarer:

  1. Mamoste, dilê te û penûsa te her dem civan e. Ev jî ji me re bes e. Ma çend civanên Kurd hene wek te her dem bloga xwe de Kurdî binivîse hene. Ez xwandina nivîsên te pir kefxweş im. Xwedê xêr û xweşîye da temenekê direj bide te û xanima te.

    SvaraRadera
  2. Mala te ava xortê hêza. Ji bo min bextewariya herî mezin bi nivîsên xwe dilê kurdekî kêfxweş bikim.

    SvaraRadera
  3. Her heftî du an jî se caran sera li bloga te dikim.

    SvaraRadera

PARVE BIKE