19 april 2018

Dibê kurd nebin fîguranên tiyatroya hilbijartinê



Dibê kurd hilbijartinên vê dewleta faşîst û neyarê qewmê kurd boykot bikin …

Ji civîna Erdogan û Bahçelî biryara hilbijartina ji nişka ve, hilbijartina qulupilo derket. 

Li Tirkiyê îro rejîmeke mafîa heye. Tirkiye bi metodên mafîa tê îdarekirin. 

Li welatekî herî paşdamayî jî ji nişka ve biryareke wiha emirwaqî nayê girtin. 

Girtina vê biryarê bi xwe îspat dike li Tirkiyê dêktatorî û rejîmeke mafîa heye, dibê kurd nebin alet û lîstikên vê rejîma ne meşrû û mafîa.


Ji bo kurdan êdî tu maneyeke meclîsa tirk nemaye. Karê kurdan li Anqerê û bi van çeteyên irqçî û faşîst ra tuneye. Esas ji bo tirkan jî êdî tu maneyeke meclîsê nemaye.

Partiyên kurd dibê vê rejîma faşîst û antî-kurd boykot bikin.

Dibê kurd bi beşdariya xwe ya hilbijartinan vê rejîma mafî û van çeteyên antî kurd meşrû nekin.

Beşdariya kurdan ya hilbijartanên parlamentoyê û serokkomariyê meşrûkirina vê rejîma irqçî, mafîa ya ne qanûnê û ne meşrû ye. 

Li alî din ji xwe tirk êdî naxwazin kurdan di meclîsa xwe da bibînin. Kurd ji %30 jî bigrin ewê dîsa wenda bikin. Yanî şansê kurdan yê derbaskirina barajê sifir e.

Bi hezaran siyaetmedarên kurd di zindanan da ne.
Rewşa Awarte heye. Ev tê maneya dest û nigê kurdan girêdayî ye. Kurd çi bikin jî biserketina Erdogan sedîsed e.

Dibê meriv nebe fîguranê vê tiyatroyê.
Hilbijartineke têkçûna meriv sedîsed e meriv nakevê û vê rejîma faşîst û mafîa meşrû nake. 

Lê em ferz bikin ku kurd çend parlamenteran bişinîn meclîsê ewê çi bibe?

Kurdan 80 parlamenter şandin. Çi bû? Çi anîn serê wan?

Bi kurtî tu îşê kurdan li meclîsa tirkan tuneye. Dibê hemû partiyên kurd bi hev rav ê rejîma faşîst, mafîa û nayarê qewmê kurd boykot bikin…

Hilbijartinên mehelî, belediyan ne tê da, dibê meriv hilbiijartinên parlamentoyê û serokkomariyê boykot bike.

Ji xwe şansê kurdan yê biserketinê sifir e. Yanî êdî nahêlin kurd barajê derbas bikin.

Kurd herin meclîsê ewê çi bikin?
A nuha di meclîsê da ne çi dikin?

Ev rejîm ne meşrû ye, heger kurd têkevin hilbijartinan û wenda bikin, ev dibe meşrûkirina vê rejîma ne meşrû.

Ewê bibêjin hûn ketin hilbijartinan milet ray neda we.
Kurd nikanin li rayên xwe xwedî derkevin. Kud ji %30 jî bigrin ewê bibêjin we ji %6-7 girt. 

Kî kane eksê wê îspat bike?
Dibê partiyên kurdan wek blok bi hev ra bibêjin em boykot dikin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE