28 april 2018

Dawiya fêrbûnê tuneye



Gelek alî û teferûatên blogê hene, heta nuha min qet guh nedaya wan. Min nivîsa xwe weşandiye û xelas.

Ez qet bi dû teferûatên wê yên der û dorê neketime. Lê bi vê mîjanpaja nuh ra hêdî hêdî hin tiştên nuh, hin tiştên heta nuha min nizanîbûn fêr dibim.


Berê min nizanîbû çend kes bi dûzan min taqîp dikin. Nuha xwendevan dibin abone û bi dûzan min taqîp dikin. 



Nuha min bala xwe da wî beşî, 15 kes abone ne. Ji van 15 kesan 8ê wan eşkere û 7 kes jî ne eşkere ne. 


Kesên eşkere bi navên xwe yên vekirî min taqîb dikin, ez dibînim ew kî ne. 


Lê heft kesên din navên wan ne diyar e. Ez nizanim kî ne.
Bêguman ev mafê wan e, ji ber ku di blogê da du alternatîf hene, meriv kane alternatîfa eşkere, ya jî ya ne eşkere, nenas hilbijêre...


Lê li gel vê jî însan çima ji bo tiştekî wiha naxwazin xwe eşkere bikin ez fêm nakim.


Di medyaya sosyal da gelek kes profîlên sexte bi kar tînin. Gelek sebebên vê yekê yên şexsî, siyasî û sosyal hene. Hinek kanin bi heq û hinek jî neheq bin.

Min bi xwe tu carî tiştekî wiha rast nedîtiye û tewecihî tiştekî wiha nekiriye. Heger ne karekî îllegal be dibê meriv bi nasnameya xwe ya rast fikrê xwe bibêje.

Ez dixwazim li fikrên xwe xwedî derkevim, dibê xwendevan, civat bizanibe ez kî me.

Lê hin kes di profîlên xwe da navên sexte(leqeb, nickname)bi kar tînin û agahiyên nerast didin.

2 kommentarer:

  1. Nickname ji roja dinya ava bûye ve heye, di înternetê de jî bû wek nasnameyeka xweser. ..

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ez zanim heye. Ez dibêjim heger ne ji ber karekî îllegal be, ne mecbûrî be dibê meriv bi nasnama xwe ya vekirî binivîse, rexne bike...

      Radera

PARVE BIKE