15 april 2018

Daweta soran û kurmanca ekstra xweş e



Gava zava û bûk yek soran, yek kurmanc be, dawet jî ekstra geû û xweş dibe

Do êvarî em li daweta Asso Seyyad û Sîdar Yîgît xanimê bûn. Daweteke pir xweş bû. Me gelek dost û heval dîtin û bi hev ra demeke xweş buhurand. 


Ji ber ku zava soran û bûk kurmanc e û herdu jî hunermend in û pir tên hezkirin, ji her çar beşên Kurdistanê gelek kes hatibûn. 


Û gava zava soran be û bûk jî kurmanc be û di ser da tew nisêbînî be, dawet û muzîk û govend/bazdan jî ekstra xweş û pirreng dibe. 

Ez ne govendgir im, lê ji govendê û bi taybetî jî ji lîstikên soranî pir hez dikim.
Lîstikên soranî li gorî yên kurmancî pir rehettir in. Tempo, meqam û muzîka lîstikên soranî jî pir xweş e, tavilê dilê meriv radike pêdarê û her kes kane bazde.

Li Wêranşarê, li Sirûcê  û belkî li derên din yê Rihayê ji govendgiriyê ra dibêjin bazadan. Filan keso xweş baz dide. 


Kesê qet bazdanê nizanibe jî kane govenda soranê bigre. Di dawetên kurdan da swêdî bi kêfxweşî radibin govenda soranî. Çimkî meqam û rîtma wê, muzîka wê coşekê dixe anva dilê însên.


Li Stockholmê salonên, ciyên dawetan hemû di destê asûrî-suryanîyan da ne. Bi piranî li derî bajêr in, li derên çep in.

Dawet li Sodertalje li salona Mona Lîsa Festvaningê bû. Ji mala me riya saet û nîvekê bû. Ji ber ereba min tuneye wek her tim em bi trênê û bi otobozê çûn. Ji ber ku salon li dereke hinekî çep û xalî bû, me rê dernext, em hinekî geriyan.


Lê di vegerê da kesên xwestin me bibin mal pir bûn. Mala Keya Îzol ava be wî em birin mal. Di rojên wiha da ereba meriv tunebe meriv hinekî diweste. Nizanim çima lê kêfa min tu carî ji erba û şifiriyê ra nehat. Lema jî min ez tu carî nebûm xwedî erebe.


Netîce di van rojên reş û tarî da me di daweta Asso û Sîdar xatûnê da çend sateen xweş borand.
Ji bûk û zavê ra jiyaneke dirêj, şad û bextewar dixwazim.

Çend wêne ji kincên kurdî yên Kurdistana Rojhilat ! 

2 kommentarer:

  1. Te fotografa bûkê û ya govendê xweş girtîye Apo, te pîroz dikim, lê ka te baz nedaye? Blogerê lihevhatî, darik û derzî gerek ê rîtmê, ê govendê be jî ma. Va çito hezkirin e? :)

    SvaraRadera
  2. Ji bo ku te risim ecibandin kêfxweş bûm. Min li ser dawetê, ciyê dawetê, zava û bêkê jî hin agahiyên ekstra da.
    Min lînkeke kincên jinên Kurdistana Rojhilat jî da. Min got bira bibe xebereke piralî.
    Qutkirina nivîsa jî baş bûye. Yanî kanim bibêjim hêdî hêdî bêqusûr dibe.
    Spas ji bo agahiyê
    Bazdan ne karê min e, piştî vî umrî fêr nabim. Lê dema serê min xweş be xwe tevê dikim...

    SvaraRadera

PARVE BIKE