09 april 2018

Dalkurdê Ostersund pelixand !



Dalkurdê heyfa AIK ya hefta borî ji Ostersunda feqîr girt !

Hefteya borî Dalkurdê li hemberî AIK 2-0 wenda kir. 

Vê heftê li saha xwe bi 3 golên pir muhteşem Ostersund perîşan kir. 

Dalkurd 3-Ostersund 0 

Diyar e Dalkurd ji wendakirina hefteya borî pir tije bûbû, lema jî hemû hêrsa xwe bi serê Ostersundê da teqand…

Medyaya swêdî li hemberî vê serketina Dalkurdê 3-0 matmayî ye. Rojname dibêjin helal be ji Dalkurdê ra, dibê meriv teqdîr bike.

Ostersund ne taximekî tirovoro ye. Ostersund ew Ostersund e salê çûnî 2-0 Galatasaray pelixand, paşpê li kerê siwar kir û sand Stenbolê.

A Dalkurdê îro li hemberî taximekî hewqasî mezin 3-0 qezenc kir.

Dibê meriv teqdîr bike…

Mohamed Buya Turay bi du golên xwe yên deqîqeyên 35a, 84a qehremanê serketina îro ye. 

Golê sêyem jî di deqîqeya 55a da ji alî Oliver Berg ve hat avêtin û maç 0-3 qediya.

Pîroz be Dalkurd !
Spas Turay û Berg !


-Du qaîdeyên esasî hene dibê meriv tu carî ji bîra neke: ji jahrê şîfa, ji zalim wefa nayê payin !

-Yê bêar gava xurt be, yê bi heq sûcdar dibe.

-Yê maziya(serboriya, rabirduya)xwe nizanibe îro fêm nake û nikane pêşeroja xwe ava bike.

-Jiyan wek gulekê ye. Belkî naçilmise, lê belê her roj pelek jê diweşe.

-Heger tu li hemberî neheqiyê serê xwe bitewînî, bi heqê xwe ra tu yê şerefa xwe jî wenda bikî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE