05 april 2018

Dagirkirina Efrînê bi min pir zor tê



Dagirkirina Efrînê bi min pir zor tê. Talankirina malên kurdan, ketina navabajêr ya leşkerên tirk û qatilên îslamî ji ber çavê min naçe. 

Efrîn ne bes bû dagirkirina Kurdistana Başûr û avakirina qereqolên tirk jî xwe da ser, bû derdê ser derdan…

Dikim nakim ji bîr û bala min dernakeve. 

Dîmenên çeteyên îslamî yên ketina nava Efrînê û hilweşandina heykelê Kawa, talankirina bajêr, kêfxweşî û quretîyên çeteyan yên nava bajêr ji ber çavê min naçe…

Di sedsala 21ê da li ber çavê hemû dinyayê enfal û jenosîdeke hewqasî vekirî aqilê min nagire.

Ji ber ku efrînî kurd in û Tirkiye kane bi kurdan, Tirkiyê Efrîn bi zor ji kurdan stend, xelk ji malên wan derxistin û nuha ereb û tirkan dibin li gund û bajarên kurdan, di malên kurdan yên raxistî da bi cî dikin.

Kurdan bi çepilên zarokên xwe girtin û ji bo ku canê xwe xelas bikin ji ber bombeyan reviyan. 

150 hezar kurd ji Efrînê û derdora wê reviyan. Nuha nahêlin xelk here malên xwe. Bi hezaran kurd li serê riyan di halekî perîşan da ne. Û Tirkiye malbatên çeteyan dixe nava malên kurdan yên raxistî.

Ji fera û folan bigre, heta bi telewîzyon û dolabên bûzê, her tiştê wan heye, mal hazir e, raxistî ye. 

Tirkiye nahêle kurd vegerin malên xwe, çeteyên îslamî, qatilên Daîşê, Nusrayê di malên wan yên raxistî da bi cî dike.

Û hemû dinya jî li vê zulmê temaşe dike.

Em kurd li vê zulmê temaşe dikin.

Ev zulm ne bes e, di ser da ez her roj li birrebirr û zirrezirra Erdogan û berpirsiyarên tirk yên din guhdarî dikim. 

Vê rewşê psîkolojiya min xera kiriye, huzûra min namaye…

Kanala Erdogan Rûdaw jî carnan qala vê zulma Tirkiyê dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE