06 april 2018

Çend pêkenîn




Yekî pir qelaw û yekî zeîf bi rêda rastî hev hatin. Yê qelaw ji yê zeîf ra got:
”Birayê ezîz, bi Xwedê yê te bibîne ewê bibêje belkî xela ye !”
Yê zeîf jî qet xwe aciz nekir, piçekî bala xwe da bejn û bala wî jê ra got:
”Ê weleh yê te jî bibîne ewê sebebê xelayê fêm bike.”


 Mamoste ji Jîro pirsî, got:
“Jîro, ji bo çi li Amerîkayê saet li gorî Ewrûpayê 6 saet paş da ye?”
Jîro hinekî fikirî û dû ra got:
”Ji ber ku Amerîka dereng hatiye keşifkirin lema.”


Jîro ji îmtihanê derket çû malê. Bavê wî bi meraq jê pirsî, got;
”Îmtihan çawa derbas bû, pirs zor bûn y ana?”
Jîro milê xwe hil kir got:
”Na wele pirs pir rehet bûn, lê belê bersîv pir zor bûn…”


Parsekê ber mizgeftê ji sofî sedeqeyek xwest.
Sofî got “tuneye.”
Dîsa got, ”bira ji bo riza Xwedê be.”
Sofî dîsa got, ”xwedêjêrazî min got tuneye !”
”Ma  deh qurşê te jî tuneye?!
Sofî got lawo bi navê Xwedê pênc quriş jî min ra tuneye!”
Li ser vê gotina sofî yê parsek got:
“Ê wê demê hema were li kêleka min rûne em bi hev ra parsê bikin !”


Jinikê êvarî ji mere xwe ra got:
“Ez îro çûm ser tuxtor. Tu zanî ji min ra çi got? Piştî miayenê ji min ra got gerek tu herî du hefteyan li kêleka bahrê tahtîlê bikî. Ma tu dibêjî em herin ku ?
Mêrik got:
”Here ser tuxtorekî din xanim.”


Gava çavê dêya Jîro li zeîfên qarneya wî ket dîn bû, bi ser Jîro da qîrîya û got:
-Ev çi ye kuro? Salê çûnî(par) tu yekemê sinifê bû, lê îsal qarneya te tije zeîf in, tu li dû hemîyan î !
Jîro bi dengekî sakîn got:
-Dayê, salê çûnî tu pir kêfxweş bûyî, bihêle bira îsal jî dayikên din kêfxweş bibin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE