04 april 2018

Çend gotin û şîretên Thales




Hin kes hene wek zêr in, çiqas wext û zeman di ser wan ra derbas bibe jî ji qîmet û mezinahiya xwe tiştekî wenda nakin.

Thalesê yûnanî (625 BI-545 PI) yek ji wan fîlozofên ku di dema xwe da jî û nuha jî tu tiştek ji mezinahiya xwe wenda nekiriye. 


Thales ew fîlozof e ku gotiye kaniya jiyanê ”av” e. Madeya asasî av e, madeyên din jî hewa û apeîron e yanî ebedîtî, bêdawîtî ye, bêsînorî ye.

Bertrand Russell di kitêba xwe ya bi navê ”Tarîxa Felsefeya Rojava” da gotiye felsefê bi Thales dest pê kiriye.
Lê Thales ne tenê fîlozofê pêşî ye, di qada astronomîyê û matamatîkê da jî yekî têra xwe bi nav û deng e.

Gotin û aforîzmeyên Thales gelkî meşûr in. Min ji wan gotin û şîretên wî çend heb kirin kurmancî.

Di minaqaşeyekê da Thales dibêje ”tu ferqeke mirinê ji jiyanê tuneye.

Ji beşdaran yek dibêje:

”Wê demê te çima jiyan hilbijart?
Thales dibêje:
”Ji ber ku di nava herduyan da tu ferq tunebû lema.”
Çend numûne ji bersîvên wî yên pir xweş.
Tiştê herî kevn çi ye?
”Xwedê ye, çimkî destpêka wî tuneye.”
Ya tiştê herî xweş çi ye?
”Dinya, çimkî ew îşê Xwedê ye.”
Ya tiştê herî mezin çi ye?
”Feza, çimkî her tişt di nav da ye.”
Ya tiştê herî bi suret çi ye?
”Fikir, çimkî meriv fikir davêje her derê.”
Ya tiştê herî bi hêz çi ye?
”Mecbûrîyet, çimkî li her tiştî hustu dide xwarkirin.”
Ya tiştê herî zana çi ye?
”Zeman, çimkî her tiştî fêr dibe û derdixe meydanê.”
Ya tiştê herî pir çi ye?
”Hêvî, çimkî li ba kesên qet tiştekî wan tune jî heye.”
Ya tiştê herî bi feyde çi ye?
”Dilpakî/fezîlet, çimkî her tiştî baş dide xebitandin.”
Ya tiştê herî bi zirar çi ye?
”Xerabî, çimkî her tiştî xera dike.”
Ya tiştî herî hêsa çi ye?
”Şîretkirina li xelkê.”
Ya tiştê herî zor çi ye?
”Xwenaskirin.”
Ya li dinyayê tiştê daimî çi ye?
”Hêvî, çimkî herî dawî  ew terka me dike.”
Ya tiştê herî hêsa çi ye?
”Şîret, şîretkirina li hinekên din.”

Yekî ji Diyojen pirsîye, gotiye ma tu dibêjî meriv kînga bizewice? 

Diyojen gotiye, heger xort be hîn wexta wî ya zewacê nehatiye. Û heger kal be jî wexta wî ya zewacê derbas bûye.

Dîsa rojekê jê pirsîne, gotine ma li ruyê dinyayê tiştê herî baş çi ye? Gotiye azad bûne.

Gotine ma ji bo çi du guhên me û zimanekî me heye? Gotiye ji bo ku em zêde guhdarî bikin û hindik bipeyivin.

Rojekê zengînekî pozbilind rastî Dîyojen hatiye. Rê pir teng bûye, gerek ji herduyan yekî xwe bide alî. Zengînê qure ji Dîyojen ra gotiye ”ez rê nadim serserîyekî.”
Dîyojen bi zimanekî sakîn gotiye, ”ez didimê !”





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE