30 april 2018

Çavdêriyek li ser kurdên rojhilat û bakur




Min Kurdistana rojhilat(Îranê)nedîtiye, li ser asîmîlebûna kurdên rojhilat lêkolîn nekiriye. 

Lê ji têkilî û çavdêriyên(muşahedeyên) xwe yên 38 salan ez kanim bibêjim kurdên Kurdistana Îranê bi qasî kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)asîmîle nebûne, bi qasî em di bin bandora zimanê tirkî da ne, ew ne di bin bandora farisî da ne.

Ew wek me ji ziman, kultur, tarîx, edebiyata xwe bi dûr neketine, bi qasî em bûne tirk, ew nebûne faris.

Ez viya ne di netîceya lêkolînekê da, ji tecrûbe û çavdêriyên xwe yên salan dibêjim.

Gelo ev dîtina min şaş e?


Gava biyaniyek here daweteke, civateke kurdên Kurdistana rojhilat(Îranê), heta başûr jî, bi rehetî dibîne ew ne faris û ereb in, ew kurd in.

Em bibêjin kurdên başûr ev 25 sal in serbixwe ne, normal e. Lê berê jî wiha bû, min tu carî nedîtiye du soran bi hev ra bi erebî peyivîbin.

Di vî warî da Kurdên Kurdistana rojava(Sûriyê)jî dereceyekê ji me yanî ji kurdên bakur baştir in. 

Erê kurdiya wan pir xera bûye, bi devoka erebî dipeyivin, gelek gotinên erebî bi kar tînin, lê belê bi hev ra bi erebî napeyivin. Pîrekên wan bi hev ra bi erebî napeyivin.

Tesîra erebî li ser kurdên Kobanê û Efrînê ne bi qasî kurdên Qamîşlo û bajarên din e, di kurdiya wan da ji tesîra erebî bêtir ya tirkî heye, gotinên tirkî ketiye zimanê wan.

Lê belê em kurdên bakur bi hev ra bi tirkî dipeyivin, gava pîrekên me tên ba hev bi hev ra bi tirkî dipeyivin. 

Hin îstîsna hene, lê piranî wiha ye. Gava kurdên bakur tên ba hev zimanê wan tirkî ye. Li bajarên Kurdistana bakur tirkî êdî zimanê bazarê û rojane ye.

Kurdî bûye zimanê gundiyan û zimanê turîstan. Li Kurdistana bakur gava meriv li bajêr, li bazarê, bi çofêrê taksiyê, bi dikandar ra bi kurdî dipeyive, dîrek dibêje ”abê, mamoste, hecî tu ji Ewrûpayê tê?” 

Yanî li Kurdistana bakur kurdî êdî bûye zimanê turîstên kurd. Ji sala 2010 heta sala 2014a ez gelek caran bûm şahidê gelek bûyerên wiha.

Gelo sebebê vê tirkbûna me, vê helandina me ya ji hemû kurdên din zêdetir çi ye?

Çima Tirkiyê ji hersê dewletên din zêdetir bi ser ketiye?

Gelo ev tirkbûna me bi avabûna komara Tirkiyê ra dest pê kir, ya berê jî em ji kurdên Îranê û Îraqê bêtir asîmîle bûbûn?

Kurdên me gelekê caran heta nebêjin ew kurd in, meriv dibêje belkî tirk in, çimkî bi tirkî dipeyivin. Ne hemû, lê piranî wiha ye.


Kurdê bindest û bêdewlet li tu beşekî Kurdistanê ne xwediyê tu tiştekî ye, ne xwediyê malê xwe ye û ne jî xwediyê canê xwe ye. 

Kesên serdest û xwedîdewlet roja dixwazin dest didin ser her tiştê kurdan û canê wan jî bi guleyekê ji ortê radikin. Ya jî bi darê zorê wan mecbûrî revê û koçê dikin.

Me li Kerkûkê, li Xurmato, li Şengalê li Efrînê û li gelek derên din ev yek dît. 

Me li Kerkûkê û li Efrînê dît kurd ne xwediyê gundê xwe, bajarê xwe, rezê û mala xwe ne.

Kurdê bêdewlet kole ye, malê wî jî, gund û bajarê, wî jî, rez û bexçê wî jî, perê wê jî û heta canê wî jî yê faris, tirk û ereba ye...


4 kommentarer:

  1. Bi rastî van tiştên hûn îşaret pê dikin hêjayî lêkolînên sosyolojî in.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê, ez jî li dû wê me. Dibê sosyologên me vî karî bikin,

      Radera
  2. Hewl, çerçove, delfet û hêza asîmîlasyonê ya dewleta Îranê ti carî bi qasî dewleta Tirk nebû...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê Îranê tu carî di derceya tirkan da nexwest kurdan asîmîle bike, Îranê tu carî wek tirkan siyaseteke irqçî û tunekirinê li hemberî kurdan nemeşand. Siyseta Tirkiyê ya asîmîlekirina kurdan pir sîstematîk e û irqçîtiyeke dûrî bêemsal e.

      Radera

PARVE BIKE