03 april 2018

Çar çete





Çar çeteyên mafîa yên pir zalim
bêmerhamet û bêûjdan
wek keftar û gurên serê çiyan
dora me girtine
zûrezûra wan e
êrîşî erz û eyalê me dikin
Gur in
keftar in
devbixwîn in û har rin
dixwazin me li hewa dabarînin
em destvala ne
ne sîleh e
ne kevir û kuç e
emê ji nav van keftar û guran çawa xelas bibin
emê çawa bikanibin zor awan bibin
ez jî nizanim...
gur in
keftar in
heta hûn bixwazin har in
û em jî destvala û birîndar in...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE