20 april 2018

Buhara Stockholma xopan dereng ma lê îro em îhya kirin



Îro bi rastî jî bihar hat Stockholma xopan. 24 derece germ bû. Îsal cara pêşî ye em rojeke hewqasî xweş û germ dibînin.

Me jî ji kêfa vê roja xweş ra manqela xwe danî û goştê xwe biraşt û kebaba xwe çê kir.

Buhar û havîn bêyî goştbiraştin nabe.

Xanimê got madem îro dinya wiha xweş e, ka were em jî manqila xwe deynin û grîla/izxara salê ya pêşî bikin.


Min got xanim, weleh pêşniyareke maqûl e.


Esas ez ji daxwazên wê ra tu carî nabêjim na, heger ne tiştekî derî qeweta min be, tu carî nabêjim NABE ! 

Wek her tim min got ser seran, ser çavan, hema tu emir bike xanim.

Bala min lê ye gava bi ya wê dibe pir kêfa wê tê.

Evy ek kêfa min jî tîne.

Ma çima ezê bibêjim na û serê xwe têxim teşxelê?


Piştî xurîniyê em bi hev ra çûn çarşiya semte me, me goştê xwe (hêta berx û hin goştê hûr) û hin tiftarên din kirî û em vegeriyan.

Herçî biraştina goşt e ew karê min e. Lê îcar agir îcar xanimê dada. Her tim agir jî ez dadidim.

Min ji xanimê û zarokan ra bi goştê berx û kebabê ra, kebaba bajanan jî çêkir. Ez ji kebaba bajanan hez dikim.

Ji zû da ye min hewqas xwarin nexwariye. Îro min xwarina hefteyekê xwar. Kebab bê nan nayê xwarin, ji mecbûrî min teyştek nan xwar. Parêz marêz hemû têk çû. Dibê ez hefteyekê ekstra rejîm bikim. 

Her cara em goşt dibrêjin eynî tişt e, pir dibrêjim û ji mecbûrî pir dixwim. 

Lê rojên wiha bi heval û mîvan xweş e, dibê çend heval hebin, meriv bi hev ra him bixwe û him jî çend qedehan vexwe.

Bi xêr difikirm di rojên pêş da ban çend hevalan bikim û izxareyeke xweş bidim wan. 

Meriv diz be şevreş pir in…

4 kommentarer:

  1. Svar
    1. "Hew dibe" xwedî maneyeke dualîst e, him kane were maneya nivîseke pir xerab e û him jî kane were maneya nivîseke pir baş e.
      Îcar gelo te di kîjan maneyê da gotiye "hew dibe" ?

      Radera
    2. Xweş bû ezbenî.

      Radera
    3. Spas, nuha dilê min ket cî. Meriv dixwaze bizanibe meriv baş kiriye, xerab kirye...

      Radera

PARVE BIKE