11 april 2018

Blogerê ji hûrê xwe yê mezin gazinan dike...



Blogerê hoste û îdolê keç û xortên bloger Emer Farûk Baran, di bloga xwe da ji şîşmanî û ji hûrê(zikê) xwe yê mezin gazin kiriye, gotiye, ” Bi hûrê xwe re perîşan bûme, dimeşim nameşim danakeve quzilqurto.”

Qet xwe nexapîne birako, bi meşê ne meriv zeîf dibe û ne jî hûr dadikeve...

Heger bi rastî tu dixwazî ji hûrê xwe yê mezin, ji zikê xwe yê wek teyştekê xelas bibî, hindikî bixwe, zêde çavbirçî nebe.

Dibê tu baş bizanibî ez hewante napeyivim, li vir tecrûbe dipeyive.

Di nava 3 mehan da min 12 kg. kêm kir. Berê ez 76 kîlo bûm, nuha 64 kîlo me. Nuha herî kêm bi qasî Mihemed Ronahî beg zeîf û li hev hatî me.

Nuha ez bûme darik û derzî. 

Her cara hûrmezinên wek te min dibînin matmayî dimînin, dilê wan dibije bejn û bala min, dibêjin ka ew hûrê te yê mezin li ku ye, te çi anî serî?

Lema jî baş guh bide şîretên min, ez vala napeyivim.

Hema sibe dest bi praktîzekirina şîretên min bike.

Reçeteya min pir basît e, xwarina xwe kêm bike…

Li gorî berê xwarina xwe nîvî bike û dev ji xwarina nanê spî û xwarina zêde berde. 

Zelete û fêkî bixwe. 

Berî xwarinê avê vexwe. Bi Xwarinê ra avê vexwe.

Dema tu birçî bû, çay û qahwê vexwe. 

Çilekiyê neke, gava tu li ser sifrê rûnişt zikê xwe netepisîne, guh nede çavê xwe, çav tim ji zik birçîtir e.

Û paşşîve nexwe. 
Heger tu pir birçî bû sêvekê, mandalînekê, mûzekê, çend heb tirî, gizêrekê filan bixwe…

Lê derengê şevê, berî raketinê xwarinê nexwe.

Heger tu van temiyên min herfîyen bi cî bînî, ez sozê didim te,  di nava 2-3 mehan da hûrê te ewê dakeve, zik mik bi te ve namîne. 

Herî kêm tu yê 10 kîloyî siviktir bibî.

Di ber ra meşa xwe jî bidomîne, meş baş e.

Ez û xanim jî her roj li dora saet û nîvekê û 2 saetan dimeşin...


Di ser da min îro dest bi antramanê jî kir. Heger tu di xwe ra dibînî tu jî bike…
 


Lê di vê nabênê da kincên te ewê bedenekê, numreyekê ji te ra mezin bibin, dibê tu gardiroba xwe nuh bikî. Ya jî  tu yê  bi wan kincên  xwe yên  fire, wek telîs û ebeyên ereban razî qîma xwe bînî...

Ev yek girêdayî cuzdanê te ye. Heger perê te pir e tu kanî him gardiroba xwe nuh bikî û him jî li ba keçên kurd pesnê disîplîn û zeîfbûna xwe bidî.

Ji bîr neke keç ji xortên hûrmezin hez nakin. Tu çiqasî zû hûrê xwe daxînî, hewqasî ji te ra baş e.

Çimkî êdî wexta te ya bi serîkirinê hatiye û derbas jî bûye. Diyar e destê dayika te zêde ne dirêj e, tu di mal da maye…

Heger ji van pêşniyarên min şika te heye û tu ji min bawer nakî, tu kanî aqilekî  ji xanima ”nanoziko” bigrî. Ez bawer dikim ewê jî eynî şîretên min li te bike…

12 kommentarer:

  1. Apê Zinar ez şahid im, hûrê Omer bê ser û ber mezin bûye. Heger ez keç bûma, pê qayîl nedibûm. Wî bi vê hûrmeziniya xwe îmaja me ya blogerên kurd daxist biniya sifirê. Kî dibîne dibêje qey hemú blogerên kurd wiha hûrmezin in. Em wiha qebûl nakin, yan divê guh bide şîreta te û xwe zeîf yan divê dest ji blogeriya kurdî berde û îmaja me xira neke. Biryar a wî ye, êdî ew û kêfa xwe..

    SvaraRadera
  2. Apê Zinar ez wek ferzê nimêjê şîretan li Omer dikim :) le ez dibêjim êdî Omer bi rastî jî dixwazi kîlo bide :)

    SvaraRadera
  3. Delala apê xwe, dibê tu pêxîla wî bernedî, pê ra bibî alîkar. Hatiye nuxteyeke pir baş, dibê meriv zorê bidê..

    SvaraRadera
    Svar
    1. Têm destê te 😌 Na na vê carê wê wan kîloyan bide, min însan wek omer bi dîsîplîn nediyê ,bixwaze temam e :))

      Radera
  4. Înan, wek te jî gotiye bi vî hûrê/zikê wek leganekê meriv nabe îdolê blogerên keç û xortan. Hema carê bala xwe bidin rismên min, ma min ji bo çi xwe hewqasî zeîf kir? Qey di vê meselê da meseleyek heye lema...
    Parêz, rejîjm, meş ne bes e nuha min dest bi antramanê jî kir. Min fotoyekî xwe yê antramanê nuh li blogê bar kir, lê binêre. Ev ezîyet û disîplîn hemû ji bo nav û dengê blogerîya kurdî ye...

    SvaraRadera
  5. ez jî dikim nakim kêlo nastînim apo, yên dora min jî her gav dibêjin hinekî kêlo bigre, ez normal im gava birçî dibim têr dixwim û hew.
    divê receteyekê ji min re jî binivîsî :(

    SvaraRadera
  6. Guh nede xelkê, qelewî ne beş e. Li vir xelk ji bo ziîfbûnê bi pêşa pera dide...:))

    SvaraRadera
  7. Nanoziko, ê wê demê mesele tuneye. Çimkî serê her tiştî disîplîn lazim e. Bira çavê te tim li ser be...

    SvaraRadera
  8. Welleh apê zinar, hişê min jî ji tilê mezin diçe, ew çi ye heyran mîna torbeyek 10 kilo her ro li ser pişta meriv û pê ra bigere, gelo ew jî pê aciz nabin; eger omer bixwazi kilo bide bila weri ez wî bibim zozanan, alîkarîya apê min bike hêya îlon ê, li ciyayên Qilêban kes nikani bi kilo bimîne.. wekî xezalekî nêr ew ê zeîf û ciwan bibe :)

    SvaraRadera
  9. Payiz Bihor, mesaja me gihîşt ciyê xwe.
    Camêr gef li min xwariye, hemû medyaya sosyal li min yasax kiriye.
    Lema ez vê meselê vir digrim, hew devê xwe vedikim û qebûl nakim kesekî din jî devê xwe veke...:))

    SvaraRadera
  10. :) ser seran apê zinar, lê omer xwe diyar kir urfaliyem ezelden got yani ;)

    SvaraRadera
  11. Erê, eynî wer got. Tiştê dikeve ser milê me dibê em kevirê xwe di ber xwe da berdin...:))

    SvaraRadera

PARVE BIKE