23 april 2018

Bihara kurdî li me bû zivistan



4-5 sal berê digotin bihara erebî bû bihara kurdî. Me jî demekê wer bawer kir. Me get weleh vaye kabê me jî mîr hat, piştî hewqas sal bindestî, ezîyet û ceva û komkujî em dikin azad bibin.

Me digot belkî "zivistana" me qediye, pêşiya me bihar e...
Lê bihar li me bû zivistan, bû çele, bû sar û serma enter, bû gîsko, bû tozan û pûk, bû gêdûk…

Em qefilîn, em di bin berfê da man...

Ev çawa bihare gidî ?


Heger bihar ev e em biharê naxwazin, bira zivistan be.

Zivistanên heta nuha me dîtin yek jî bi qasî vê biharê hewqasî ne zalim û ne bi şewat bû...

XXX

Îro tirk bi kêf û şahî û bi helahop avabûna dewleta xwe,"cejna zafera" xwe pîroz dikin. Heqê wan heye, bûn xwedî welat û dewlet û Kurdistan kirin mistemleka xwe û kurd jî koleyên xwe.

Bi qasî di tarîxa tirkan da ev rojeke kêf û şahiyê ye, di tarîxa me da jî rojeke reş e, rojeke şînê û resmîbûna bindestiya me ye. 

Di vê rojê da tirkan îlan kirin ew bûn miletekî serdest û xwedî dewlet û em kurd jî bûn miletekî bindest. Tikriye heye û Kurdistan tuneye.

Dibê em kurd maneya 23ê nîsanê baş bizanibin, bizanibin bi alîkarî û hevkariya bi tirkan ra me xwe kir miletekî bindest û rêya tunebûnê.

1922-23a vir da ye, ji roja tirk bûne xwedî meclîst û dewlet, kurd ketine bin xetera komkujiyaN û tunebûnê.

XXX

Efendim Tirkiye baş nayê îdarekirin, efendim li Tirkiye demokrasî tuneye. Rast e, lê dibê hedefa me ne ew be em Tirkiyê îdare bikin. 

Îdarekirina Tirkiyê ne karê me ye. Hedefa me dibê yekîtiya me be û em xwe îdare bikin, em ji bindestiyê xelas bibin.
Dibê tirk xwe îdare bikin û em kurd jî xwe. 

Serokkomariya Tirkiyê ne karê me ye. Li Îraqê serokkomar kurd e, çi xwelî li serê xwe kiriye. Rewşa Tirkiyê sed qatî ji ya Îraqê xerabtir e.

XXX
Îslamîstan dîsa li Kabûlê(22/4) destên xwe di xwîna gel gerandin, di teqînekê da 31 kes kuştin û 54 kes jî birîndar kirin.

Hêzên îslamî bûne celad û zebaniyên dinyayê. Welatên xwe kirin dojeh. Yên kanin ji dojehê direvin Ewrûpayê. 

Çend salên din Ewrûpa jî ewê bibe eynî dojeh. Ewrûpî pir saf, heta kêmaqil in, nizanin musilman, îslamîst ewê çi felaketê bînin serê wan.

20-30 salên din ewê tu ferqwa Ewrûpa Rojava ji Tirkyê û ji weletekî ereb nemîne.

A wê çaxê Ewrûpa jî ewê bibe Afganîstan. 

Çimkî milet tenê cî diguheze, însan eynî însan in. 

Afganiyê, pakîstaniyê, erebê, tirkê li welatên xwe çi dikin, li Ewrûpayê jî ewê eynî tiştan bikin. 

Bi cîguhestinê erebek, pakîstaniyek, tirkek, afganek nabe ewrûpî, nabe demokrat, medenî, xweşbîn, dev ji îdeolojî, kultur û normanên xwe yên siyasî û kulturî bernade...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE