25 april 2018

Bi rêberiya min me Stockholm serobinî hev kir



Îro min û xanimê Stockholma xopan serobinî hev kir. Li parka Kungsträdgården ya Stockholmê her sal di van rojan da darên giryazan(gêlazan)kulîlkan vedikin. 

Evîndar, kal û pîrên wek me diçin wir û demekê li wê xemla spîboz ya darên giryazan temaşe dikin. Di binê wî konê spî da rismên xwe digrin, demeke xweş derbas dikin.


Min û xanimê jî îro berê xwe da wê parkê û me jî çend rismên xwe li girt. 


Di vê nabênê da me 5-6 saetan Stockholm jî serobinî hev kir. 

Her roj di hundur da meriv genî dibe. Carnan em xwe ji xortên malê vedidizin û bi hev ra bîstekê li Stockholmê çerx dibin. 


Rêber ez im. Her carekê ez derekê, herêmekê, avahiyekê nîşanî xanimê didim. Îro jî min wer kir. Min ew bir li çend cî û mixazeyên pir xweş, li cî û warên qodemanan gerand. Got ev 35 sal in ez li Stockholmê me hîn nuh van deran dibînim.


Min got, xanim sûcû min e, dibê min tu berê anîba van deran. Lê hêdî hêdî, êdî em herdu jî vala ne, ji nuha û pê da ezê gelek derên wiha nîşanî te bidim…

Gava meriv dikeve dikanan nabe meriv ji hemûyan destvala derkeve. Di vê nabênê da xanimê çend tiştên li gorî dilê xwe jî kirî. Tabî ew jî bi xêra min bû, min ew bir wir û min jê ra ew tişt dît.


Her cara em diherin bajêr, em bi hev ra pariyek nan jî dixwin. Îro em çûn aşxaneyeke hîndiyan.

Xanimê ji xwarina wan jî hez kir. Em ji tûjiyê hez dikin, xwarinên hindiyan tûj in. 

Opera Stockholmê

Axir me îro rojek xweş derbas kir.

Em çawa bikin, her tim ponijandin û xemgînî nabe, carnan jî dibê meriv ji hundur derkeve û çend saetan jî be bîna xwe fireh bike.




2 kommentarer:

  1. Apo,

    We çê û xweş kiriye, carinan dikim û nakim dilê min û derketina derve tune ye. Di hundiro da jî tiştekî nakim hinganê. Wisa dudilî dibim. Welhasil, siheta we xweş be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Belê, dibê meriv carnan derkeve bîna fire bike.

      Radera

PARVE BIKE