19 april 2018

Azadî ji bo keça kurd Kubra !



Xwendekara Zanîngeha Boğaziçiyê beşa Edebiyat û Dîrokê û seroka Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Bogaziçiyê Kubra Sagir û çend hevalên wê di 19ê adarê da ji ber ku li zanîngehê li dijî ”belavkirina loqimê Efrînê” derketin, gotin “Loqimê dagîrkerîyê û komkujiyê çênabe”, hatin girtin û heta îro jî girtî bûn.  

Kubra  Sagir îro tewqîf kirin.

Ez tewqîfkirina Kubra Sagir xanimê ji medyaya sosyal nuh fêr bûm û pir li ber ketim, ji hêrsa janekê xwe bera hinavê min da.

Ev dewlet zulm û neheqiyeke pir mezin li me dike, gav û saetê pê li serê me dike.


Min bûyera Zanîngeha Bogazîçiyê bihîstibû û nivîsek jî li ser nivîsî bû. Min texmîn dikir yên hatine girtin kurd in ya jî piraniya wan kurd in. Lê min nizanîbû yek jî Kubra Sagir e.

Ez Kubra Sagir xanimê şexsî nas nakim, tenê ji nivîsên wê û ji medyaya sosyal nas dikim. 

Û di Facebookê da jî me çand caran ji hev ra nivîsand. Di van dan û stendinan da min ferq kir keçeka  pir jîr û bi kapasîte ye û kurdî baş zane, ji ziman û edebiyata kurdî hez dike. Lema jî min gelkî jê hez kir û pesnê wê da.

Lê min nizanîbû xwendevana Zanîngeha Bogazîçiyê û seroka ”Komîsyona Edebiyata Kurdî ye.

Zanîngeha Baogazîçî zanîngeha Tirkiyê ya herî meşhûr û bi prestîj e, zarokên super zeka kanin têkevin vê zanîgehê.

Emer Faruk Baran û hin hevalên wê gotine nameyan ji Kubra Sagirê ra bişînin. Ev yek daxwaza wê bi xwe bûye, wê ji hevalên xwe ra gotiye di hefsê da min bê name nehêlin.

Û ji bo ku meriv jê ra nameyan bişîne girtîgehê, hevalên wê zirfeke bi edres jî wek numûne belav kirine. 

Lê gotine girtîgeh nameyên bi kurdî qebûl nake, dibê nabe bi tirkî bin. 

Min gelkî dixwest nameyekê ji vê keça ronakbîr û kurdperwer ra, ji vê şepala kurd ra binivîsim û jê ra bibêjim ez 3 hezar km dûrî te me, ez wek te ne girtî me, lê dilê min di hucreya te da girtî ye. 

Min gelkî dixwest hestên xwe yên nuha wek berreke rengîn ya Qerejdaxê raxim Qawîşa B6 ya zindana Bakirkoyê.

Lê ji bextê min û wê yê reş ra ez bi tirkî nanivîsim û bi kurdî jî dewleta tirk ya ji hemû xisletên însaniyetê bêpar qebûl nake.

Lê kesên bi tirkî dinivîsin bira binivîsin û jê ra bişînin. Li eskeriyê û di zindanê da name muhîm in, sebra meriv tînin.
Lema jî ez vê nameya xwe di bloga xwe da belav dikim.

Kînga xwendekara Zanîngeha Boğaziçiyê û seroka Komîsyona Edebiyata Kurdî ji vê esaretê xelas bû û gihîşt azadiya xwe ewê vê nameya min bixwîne.

Dilê min tijeye, lê nizanim çi binivîsim?

Meriv ji keçeke girtî ra çi dinivîse, çi dibêje, çawa kêfa wê tîne, çawa dilê şa dike?

Bi rastî nizanim…
Lê kanim bibêjim dilê min jî bi wê ra girtî ye.
Û ne dilê min tenê, dilê bi hezaran kurdên din jî nuha di qawîşa Kubra xanimê da bi wê ra ne.

Kubra Sagirê tiştekî ew ji ber fedî bike nekiriye, ji ber sûcekî adî neketiye zindanê, ew li hemberî zulmê rabûye, gotiye ”loqimê dagirkeriyê û komkujiyê nayê belavkirin” !

Ev gotin, ev serîhildan ji bo wê şeref  e !

Tiştê hatiye serê gelek ronakbîrên kurd, çi heyf bû para te jî, lê 
xeman nexwe, ev rojên tarî jî ewê derbas bibin...
Em ji te hez dikin, em bi te serbilind in...

Azadî bo Kubra Sagir !

4 kommentarer:

  1. Svar
    1. Wahdet, li qusûra min nenêre ez dixwazim pirsekê ji te bikim. Ma tu jin î ya mêr î?
      Risim ya keçekê ye, lê heta nuha min digot belkî tu mêr î. Min got belkî rismê Kubrayê ye te kiriye profîla xwe. Lê diyar e ez şaş im.
      Çimkî navê "Wahdet" navekî mêra ye jî...
      Lê wer xuya dike tu xanimeke kurd î.
      Bêtir kêfxweş bûm. Dema dibînim keçên kurd bi kurdî dinivîsin pir kêfa min tê, ji wan pir hez dikim, ji lawan bêtir...:))

      Radera
  2. Momeste divê em tiştekî baş bizanin. Ev dewlata Tirk a dagirker ne dewleta me ye. Jibêr vê yekê dadgehen vanda mahpuskirina Kurdan gelek hesan e. Me Kurda jî xwe re neyar dibînin. Û serde jî Kubra kesekê girîngiya ziman baş fam kiriye. Topa Xwedê vê dewlata bê şeref û ujdan be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Belê wisa ye. Lê li gel vê rastiyê hîn jî bi hearan kurdên bêxîret û cahş piştgiriyê didin vê dewletê. Gerek kurd van neyarên qewmê xwe biricimîne.

      Radera

PARVE BIKE