14 april 2018

Amerîkayê bi rastî jî li Sûriyê xist !



Amerîkayê, Fransayê û Îngilistanê do bi şev bi hev ra li Sûriyê xistin. 30 fuze avêtin ji Şamê da. 

Reaksiyona herî sert wek dihat payin ji Rûsyayê hat. Pûtîn got êrîş ewê bêbersîv nemîne.



Bersîva Rûsyayê ewê çi be?

Rûsya ewê li ku xe?

Rewş pir tahlûke ye.

Heger Rûsya jî çend fuzeyan bavêje ji Îngilistanê da ya jî ji Fransayê da şer kane pir mezin be. Ew tahlûke heye.

Amerîka, Fransa û Îngilistanê çima wa kirin min hîn jî baş fêm nekirye. Bikaranîna çekên kîmayayî li Dûmayê ne rast e, ez bawer nakim ji ber vê êrîşî Sûriyê dikin. Ev tenê bahane ye. Miheqeq planeke wan ya din heye, ew li dû tiştekî din in. Hêvî dikim ne li zirara me be. 

Min bawer nedikir ewê êrîşî Sûriyê bikin. Min digot blof dikin. Lê wa ye ne blof bûye.

Di vir da ya muhîm Tirkiye ewê çi bike?
Îşê Erdgon zahmet e. 

Gelo Tirkiye ewê piştgiriye bide cepheye Amerîkayê ya jî ewê bi Rûsyayê û Îranê ra hereket bike?

Ez dibêjim Tirkiye ewê bixwaze bêteref bimînin. Lê ev hinekî zor e. Serokê mezin ket feqê, ew bibe hevalê kê jî, nebe heval jî ew li zirarê derkeve. 


Derdê Tirkiyê kurd in, dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf. Kî viya garantî bike Tirkiye hevalê wî ye.

Welhasil Şerê Cîhanê yê Sêyem kane dest pê bike. Hinek dibêjin ji xwe ev 3-4 sal in dest pê kiriye…

Û misebîbê vî şerî jî Erdogan e, şerê Sûriyê wî derxist. Daîş, Nusra û nizanim çi jahr û zuqûm hemû Tirkiyê çê kir û şand Sûriyê. Îro jî hîn hemû çeteyên îslamî di bin destê Tirkiyê da ne, rojê navekî li wan dike.

Rewşa kurdan ewê çi be, ev şer ewê çi tesîrê li kurdên Kurdistana Roaja û Başûr bike ev muhîm e…

Li herdu beşên Kurdistanê jî kurd di cepheya Amerîkayê da ne û dibê ji wê cepheyê dernekevin. Ew cephe bi ser keve kurd jî ewê bi ser kevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE