12 april 2018

AKPê wiha kir kurd bibêjin xwezî bi kefendiz




Beledîyeyên hukûmeta AKPê ji kurdan stendin û teslîmî ”Qeyûman” (merivekî dewletê) kirin her tiştê bi kurdî ye yasax dikin,  ji ortê radikin. 

Nivîsek bi kurdî li ku hebe radikin, navên kolanên bi kurdî diguherînin û navê faşst û neyarên kurdan lê dikin. Peykerên şair û mezinên kurdan, hemû sembolên kurd û Kurdistanê xera dikin.


Yanî tehamulî navekî kurdî jî nakin. Çimkî xwedî îdeolojiyeke irqçî û faşst in, antî kurd in.

Li Diyarbekrê çiqas lewheyên/tabêleyên kuçe û kolanan, balafirxane û herêman bi kurdî nîşan didan hemû rakirine û di dewsa wan da lewheyên tirkî bi darda kirine.

Helbet qeyûm bi serê xwe viya nakin, ev siyaseta Erdgon û hukûmetê ye, hukûmet vî emrî dide qeyûman.

Berê kurdan, bi taybetî jî kurdên îslamî, dîndar digotin belkî kemalîst tenê xerab, irqçî û neyarên kurdan e.

Lê belê bi îktîdara AKPê ya îslamî ra diyar bû îslamîyên tirk sed qatî ji kemalîstan xerabtir, irqçîtir û faşîsttir in. Heft xwezî bi kemalîstan. 

Nuha kurd dibêjin rahma Xwedê li gorra kefendiz be, kefendiz baştir bû bavo...

Evê hanê sed qatî ji kefendiz xerabtir e…

Çîroka kefendiz meşhûr e. Dibêjin di wext û zemanekî berê da kefendizek hebû, kefinê meriyan didizî. Her kesî nifir lê dikir, dixwestin bimre û jê xelas bibin.

Lê piştî mirina kefendiz yek rabû, him kefen didizî û him jî darikek dikir qûna miriyan. 

Li ser vê, xelkê got heft xwezî bi kefendiz, kefendiz qenekê tenê kefen didizî, lê ev zalima him kefen didize û him jî darikekî dixe qûna miriyan. Lema jî rahm li gorra kefendiz xwendin.

Eynî wek mesela kefendiz, kurdên me nuha rahmê li kemalîstan dixwînin, dibêjin vana sed qatî ji kemalîstan xerabtir in.

Lê baş e, qenekê kurdan fêm kir tu ferq di nabêna îslamî û kemalîstan da tuneye, yek ji yekî ne çêtir e, hemû jî kefendiz in...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE