30 april 2018

Çavdêriyek li ser kurdên rojhilat û bakur




Min Kurdistana rojhilat(Îranê)nedîtiye, li ser asîmîlebûna kurdên rojhilat lêkolîn nekiriye. 

Lê ji têkilî û çavdêriyên(muşahedeyên) xwe yên 38 salan ez kanim bibêjim kurdên Kurdistana Îranê bi qasî kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)asîmîle nebûne, bi qasî em di bin bandora zimanê tirkî da ne, ew ne di bin bandora farisî da ne.

Ew wek me ji ziman, kultur, tarîx, edebiyata xwe bi dûr neketine, bi qasî em bûne tirk, ew nebûne faris.

Ez viya ne di netîceya lêkolînekê da, ji tecrûbe û çavdêriyên xwe yên salan dibêjim.

Gelo ev dîtina min şaş e?

29 april 2018

Tesîra şairên kurd li ser fikra netewî



Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî li ser rol û tesîra şairên kurd li ser bîra netewî, bi gotineke din, têkliya di nabêna şiîra kurdî, şairên kurd û bîra/fikrê netwî da semînereke pir hêja hebû. 

Semîner ji alî nivîskar, şair û aktîvîsta siyasî Şehle Debaxî va het pêşkêşkirin. 

Semînereke pir xweş, mistewabilind û bi sûd bû. 

Şehla Debaxî li ser vê mijarê, yanî li ser tesîra şairên kurd li ser bîra/fikra netwî kitbêbek (Sîberekanî Deq/Sîya Deqan)nivîsîye. 

Di semînerê da ji Ehmedî Xanî bigre heta roja îro, navên gelek şairên tesîr li tevgera kurd ya netewî kirine û ji şiîrên wan gelek numûneyên hêja û balkêş dan. 

Û di dawiya semînerê da jî kitêba xwe îmze kir. 

28 april 2018

Hîva Yuce xanimê ji min ra silav şandiye


Hîva Yuce xanimê nivîsa min ya li ser wê xwendiye. Pir kêfxweş bûye û ji bavê xwe xwestiye li ser navê wê bersîvekê bide min û silva wê bigihîne min.

Ez bi silava Hîva xanimê û nameya bavê wê Mem Bawer kêfxweş bûm. Înternetê dinya pir biçûk kiriye. Min do li ser Hîva Yuceyê nivîsî, wê tavilê nivîsa min xwendiye û îro jî bi nameykê spasî min kiriye.

Dawiya fêrbûnê tuneye



Gelek alî û teferûatên blogê hene, heta nuha min qet guh nedaya wan. Min nivîsa xwe weşandiye û xelas.

Ez qet bi dû teferûatên wê yên der û dorê neketime. Lê bi vê mîjanpaja nuh ra hêdî hêdî hin tiştên nuh, hin tiştên heta nuha min nizanîbûn fêr dibim.


Berê min nizanîbû çend kes bi dûzan min taqîp dikin. Nuha xwendevan dibin abone û bi dûzan min taqîp dikin. 

Meriv carnan dilbijok û carnan jî hesûd dibe



Li gorî blogerê jîr û jêhatî Emer Farûk Baranan nivîsîye du nivîsên Perxudresê tam 22 hezar car hatine tikandin, yanî hatine xwendin.

Negotiye di nava çiqas zeman da ya jî ji kînga û vir da ye. Lê bloga Perxudres di sala 2015a da dest bi weşanê kiriye. Heger nivîs ya 2015a  be jî dîsa jî pir e. 

Li gorî tirkan û ewrûpiyan ne pir e, lê belê li gorî blogeke kurdî pir e, reqorek mezin e.

Dilê min bijiyayê û hinekî jî dexisîm.

Ka werin vê nivîskara 7 salî nas bikin

Foto ji bloga Perxudresê hatiye girtin


Ez îro bi xêra rojnamevan û blogerê zîrek Emer Farûk Baran rastî hevpeyvîna nivîskareka kurd ya pir îstîsna û mezin hatim. Nivîskareka bi temenê xwe biçûk, lê belê bi aqil, bi gotin û karê xwe mezin.

Gelek tiştên xerîb û xweş di tûrikê Emer Farûk Baran da hene, min nizanîbû, carnan bi tesadufî wiha lê rast têm. 

Navê vê nivîskara kurd ya pir îstîsna/taybet, ez di cî da bûm heyranê wê, Hîva Yuce ye û tenê 7 salî ye. 

Navê kitêba wê ya pêşî,  ”Reqên Zeryayê û Çîroka Wan” e û di sala 2015a da ji alî Weşanxaneya Hîva ve hatiye weşandin. 

Kitêb bi kurmancî ye û 16 rûpel in.

27 april 2018

Kes ne mecbûr e tivinga dijminê xwe maçî bike



Dijminên me îro ji me xurttir in rast e. 

Li Tirkiyê û li Kurdistanê şertên micadelê pir zor bûye û bi rîsk e, rast e.

Li Tirkiyê dewlet li hemberî her kurdê mixalif teroreke irqçî, faşît dimeşîne, rast e.

Di van şertên giran û bi rîsk da her kes nikane, newêre micadelê bide, ew jî rast e. Tiştekî însanî ye.

Di rewşên wiha giran da hin însan ditirsin, newêrin dengê xwe derxin ev jî normal e, ez fêm dikim. Her kes ne qehreman e.

26 april 2018

125 saliya jidayikbûyina Mîr Celadet Elî Bedixar pîroz be!



Îro roja jidayikbûna Mîr Celadet Elî Bedirxan e. Celadet Elî Bedirxan 125 sal berê di 26ê nîsana 1893a da li Stenbolê hate dinê û di 15ê hezîrana 1951ê da, di netîceya qezayeke bêyom da li Şamê, di dema avdana zeviyê/erdê xwe da ket bîrê û wefat kir.

Ev wefata Mîr Celad Bedixan ya trajîk ji bo ziman û edebiyata kurdî bû derbeke mezin, di warê weşangeriya kurdî da bû sebebê valahiyeke pir mezin.

Bêguman em çuqasî pesnê Celadet Elî Bedirxan bidin û wî bi hurmet û bi minetdarî bibîr bînin jî hindik e. Wî ji me ra gelek kar û eserên nemir li pey xwe hîştin. 

Gerek meriv bi çavê eşîrtiyê li edebiyatê nenêre



Li Kurdistanê meriv êdî newêre ji nivîskarekî, ji şairekî, ji edîbekî, ji ronakbîrekî kurd hez bike, du gotinên baş di heqê wî da bibêje.

Kêfa te ji berhemeke wî ra, ji gotinên wî yên li ser berhemekê ra, ji hevpeyvîneke wî ra tê û tu diecibînî, tu dibêjî weleh camêr tiştên pir xweş gotine, tu pê kêfxweş dibî û bi du gotinan tu dibêjî mala te ava, te karekî baş kiriye, te tiştên rast û xweş gotine.

Roja din tu hew dinêrî di medyaya sosyal da li ser wî kesî deh tiştên pir xerab hatin gotin, wî û karê wî dixin binê erdê, dibêjin ew karê hûn qal dikin û pesnê wî didin karekî bi pera ye, filan keso wan gotinên xwe ne di netîceya rexne û analîzeke edebî da, ji ber berjewendiyên xwe dibêje, di meselê da pere heye. Ji wan pesnên xwe pera qezenc dike.

25 april 2018

Bi rêberiya min me Stockholm serobinî hev kir



Îro min û xanimê Stockholma xopan serobinî hev kir. Li parka Kungsträdgården ya Stockholmê her sal di van rojan da darên giryazan(gêlazan)kulîlkan vedikin. 

Evîndar, kal û pîrên wek me diçin wir û demekê li wê xemla spîboz ya darên giryazan temaşe dikin. Di binê wî konê spî da rismên xwe digrin, demeke xweş derbas dikin.

24 april 2018

Ciwanên nuha kêf dikin





Ciwanên(xortên) nuha kêf dikin. Dilê wan çi bixwaze wiya dikin, dilê wan here çi wiya dixwin û wiya vedixwin.

Ma dema me wiha Bû?


Me ji ciwaniya xwe tiştekî fêm nekir. Her tiştê xweş li me yasax bû.

Ciwanên nuha xwe ji tu tiştî mahrûm nakin û tu keser û hesretê di dilê xwe da nahêlin.

Heger îmkan hebe her kes kane her tiştî bixwe, vexwe û li xwe ke. Kes li wan yasax nake, kes şerm nabîne.

Di dema me da ne wiha bû. Her tiştê xweş wek zewq û zeafên burjûwayê biçûk dihat binavkirin. 

Em xort wek kûsiyê di qêlik da bûn. Ji alîkî da mezinên me, ji alîkî da îdeolojîya çepîtiyê û siyasetê gelek tişt li me yasax kiribûn.

23 april 2018

Em kurd pir reben in



Em kurd miletekî pir reben, pir nezan in. Ne rindikî bi kurdî zanin û ne jî bi tirkî.

Em hewqasî reben in nizanin navekî li ser kêla(kevirê) gorrekê rast binivîsin.

Li kêla/kevirê gorra Mele Husên "Malla Huseyin" nivîsîne.

Tu maneyeke "malla" tuneye. Ne bi kurdî ye, ne bi tirkî ye û ne jî bi erebî ye.

Şikir ez kurd im, ne ereb û tirk im


Foto ji Googlê hatiye girtin

Qet ne hewce ye ez qala halê me yê perîşan bikim. Li her çar perçên Kurdistanê jî halê em tê da pir xerab e. 

Berî her tiştî em miletekî bêdewlet û bindest in. Gava 40-50 milyon însan bêdewlet û bindest be, heger meriv xwe zanibe, li ber xwe keve,  tu tiştekî ji viya xerabtir tuneye.

Lê dîsa jî ez şikir dikim, ji xwe ra dibêjim Xwedê kir ez ne EREB û TIRK kim, ez KURD im.

Îro li dinyayê tu tiştekî ji erebbûnû û tirkbûnê xerabtir tuneye.

Ez bawer nakim tu ereb û tirkekî biaqil, kamil, întellektuel ji ber erebî û tirkîtiya xwe şerm neke, ya jî pê kêfxweş be.

Çimkî ji teref însanên ji van herdu qewman gelek wahşet, gelek tiştên însan ji ber şerm bikin tên kirin.

Lema jî ne mimkûn e mirovên ereb û tirk jê muteesîr nebin, li ber xwe nekevin, ji ruyê qatilên qewmên xwe şermê his nekin.

Bihara kurdî li me bû zivistan



4-5 sal berê digotin bihara erebî bû bihara kurdî. Me jî demekê wer bawer kir. Me get weleh vaye kabê me jî mîr hat, piştî hewqas sal bindestî, ezîyet û ceva û komkujî em dikin azad bibin.

Me digot belkî "zivistana" me qediye, pêşiya me bihar e...
Lê bihar li me bû zivistan, bû çele, bû sar û serma enter, bû gîsko, bû tozan û pûk, bû gêdûk…

Em qefilîn, em di bin berfê da man...

Ev çawa bihare gidî ?

22 april 2018

Tiştê Tirkiye li kurdan dike JENOSîD e !



Tirk bitir bûne, har bûne, pir aşûnî bûne. Heta wek osmaniyan pozê wan neyê firikandin rehet nasekinin. 

Lê nuha kesê pozê wan bifirikîne tuneye. Ew jî bi viya zanin lema jî zêde stûr bûne. Tenê ji Amerîkayê û ji Îranê şayişê dikin û ew jî bela xwe di wan nadin.

Li ber çavê hemû dinyayê JENOSÎDA kurdan berdewam e. Kes dengê xwe nake.

Li gorî tarîfa Neteweyên Yekbûyî ya Jenosîdê jî tiştê Tirkiye tîneseê kurdan jenosîd e. 

Ji ber ku kurd kurd in zulmê li kurdan dikin, dikujin, dikin terorîst, gund û bajarên wan dagir dikin, wêran dikin, didin xelkê. 

Yanî ji bo ku kurdan ji ortê rakin, nefî bikin, bikin tirk bi rengekî sîstematîk her metodê bi kar tînin, her zulmê li kurdan dikin. Li gorî tarîfa Neteweyên Yekbûyî jî ev jenosîd e.

120 saliya rojnameya Kurdistanê pîroz be !



Rojnameya Kurdistanê 120 sal berê di 22 nîsana 1898a da ji alî Mîqdad Mîdhed Bedirxan Beg ve li paytexta Misrê li Qahîreyê hat weşandin. 

Ev rojnameya kurdî ya pêşî bû. Kurdistan, bi tevayî 31 jimar derket û dû ra ji ber bêîmkaniyan û zextên dewleta Osmanî dawî li jiyana xwe anî, hat girtin.

Nuha Tirkiye çawa rê li ber rojnameyên kurdî digre, wan yasax dike, rojnamevan davêje zindanan, bi derketina rojnameya Kurdistanê ra dewleta Osmanî jî eynî tişt kirin, zor da ser Misrê ji bo ku destûrê nedin derketina Kurdistanê.

Di netîceya zextên Osmaniyan ya li ser Misirê, rojnameya Kurdistan mecbûr ma gelek cih guherandin.  Piştî Misrê, rojnameya Kurdistan li Cenewrê, Londonê û Folkstonê jiyana xwe domand.

21 april 2018

Gaziyek li hemû partî, serok û ronakbîrên kurd !




Tiştê Tirkiye li Efrînê dike JENOSÎD e, qirkirina, ji ortêrakirina kurda ye.

Tirkiye li Tirkiyê û li Sûriyê li hemberî kurdan bi rengekî organîze û sîstematîk siyaseteke JENOSÎDê dimeşîne.

Maneya jenosîd ya ferheng û ansîklopediyan wiha ye:

”Jenosîd, ji ber sebebên dînî, irqî, mezhebî, kulturî ji ortê nefîkrina, qetilkirina grûbeke etnîkî.  miletekî ye.”

Tirkiye him li Tirkiyê û him jî li Sûriyê ji ber etnîsîteya kurdan yanî ji ber ku kurd kurd in zulmê li wan dike, mohra terorîstiyê li wan dixe, wan ji werên wan nefî dike.

Ji ber ku gelê Efrînê kurd e Tirkiye Efrîn dagir kir û mal û milkên kurdan talan kirin.

Ji ber ku efrînî kurd in, wan ji gund û bajarên wan derdixin û erebên Xûtayê û Dûmayê li gund û bajarên wan, di malên wan da bi cî dikin û nahêlin kurd vegerin malên xwe.

Ev JENOSÎD e!

Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye.

Le kê ewê min efû bike?



Napolyon, generalê ku xwest wî bikuje da mahkimê û ji hakim ra xeber şand, got, ”Tu wî mahkûm bike, dû ra ezê wî efû bikim!”

Hakimê serokê mahkimê bersîveke dîrokî da Napolyon:
”Baş e, le kê ewê min efû bike?!

Ne di dîroka Osmaniyan da û ne jî di ya Komara Tirkiyê da ji tirkan hîn hakim û mêrekî wiha derneketîye.

Osman Baydemir: Ez ji vê biryarê bi qasî misqalekî jî xemgîn nebûm...



Parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir li ser betalkirina parlementeriya xwe got:

”Em ji vê biryarê bi qasî misqalekî jî xemgîn nabin. Belovacî wê ez ji vê biryara wan serbilind im, îftîxar dikim. Ev biryar nîşan dide ew dîktatoriyê diparêzin. Ev biryar nîşan dide AKP faşîzmê diparêze, hemû pirên jiyaneke mişterek ji ortê radike. Bi betalkirina parlamenteriya min ra îmunîteya min jî rabû. Nuha kanin min mahkime jî bikin. Ji min ra 300 sal ceza dixwazin. Ji vê ra jî dibêjin demokrasî. Bira qet neyê jibîrkirin rojekê ewê bi xwe bi van biryaran werin mahkimekirin.”

20 april 2018

Buhara Stockholma xopan dereng ma lê îro em îhya kirin



Îro bi rastî jî bihar hat Stockholma xopan. 24 derece germ bû. Îsal cara pêşî ye em rojeke hewqasî xweş û germ dibînin.

Me jî ji kêfa vê roja xweş ra manqela xwe danî û goştê xwe biraşt û kebaba xwe çê kir.

Buhar û havîn bêyî goştbiraştin nabe.

Xanimê got madem îro dinya wiha xweş e, ka were em jî manqila xwe deynin û grîla/izxara salê ya pêşî bikin.

19 april 2018

Meclîsa tirkan parlamenteriya Osman Baydemir û Selma Irmakê jî betal kir



Meclîsa Tirkiyê bera Osman Baydemir û Selma Irmakê jî da, parlamenteriya wan jî xist. 

Lê hin kurd hîn jî dixwazin bibin parlamenter...

Meclîsa tirkan di civîna xwe ya îro da parlamenteriya wekîlê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir û wekîla HDPê ya Culemêrgê Selma Irmakê ji wan stend.

Meclîsa tirkan, partiyên tirk bi vî hawî careke din nîşan dan ew naxwazin kurd di meclîsa wan da hebin. Lema jî ciyê kesê ne tirk û ne pan-tirkîst û ne faşîst di vê meclîsê da tuneye.

Dibê kurd nebin fîguranên tiyatroya hilbijartinê



Dibê kurd hilbijartinên vê dewleta faşîst û neyarê qewmê kurd boykot bikin …

Ji civîna Erdogan û Bahçelî biryara hilbijartina ji nişka ve, hilbijartina qulupilo derket. 

Li Tirkiyê îro rejîmeke mafîa heye. Tirkiye bi metodên mafîa tê îdarekirin. 

Li welatekî herî paşdamayî jî ji nişka ve biryareke wiha emirwaqî nayê girtin. 

Girtina vê biryarê bi xwe îspat dike li Tirkiyê dêktatorî û rejîmeke mafîa heye, dibê kurd nebin alet û lîstikên vê rejîma ne meşrû û mafîa.

Soran Amed bi "Xewdizê" em dilşad kirin

Foto ji bloga Perxudres hatiye girtin


Soran Amed, bi navê wî yê rastî Ilyas Kaya şairekî xort e, kitêba wî ya pêşî ji alî Weşanxana Dara ve nuh hat weşandin. 

Navê kitbêbê ”Xewdizê” ye û kitêb 88 rûpel in.

Navekî pir xweş û manîdar e, navekî tam li gorî naveroka wê spehî taybet e.

Azadî ji bo keça kurd Kubra !



Xwendekara Zanîngeha Boğaziçiyê beşa Edebiyat û Dîrokê û seroka Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Bogaziçiyê Kubra Sagir û çend hevalên wê di 19ê adarê da ji ber ku li zanîngehê li dijî ”belavkirina loqimê Efrînê” derketin, gotin “Loqimê dagîrkerîyê û komkujiyê çênabe”, hatin girtin û heta îro jî girtî bûn.  

Kubra  Sagir îro tewqîf kirin.

Ez tewqîfkirina Kubra Sagir xanimê ji medyaya sosyal nuh fêr bûm û pir li ber ketim, ji hêrsa janekê xwe bera hinavê min da.

Ev dewlet zulm û neheqiyeke pir mezin li me dike, gav û saetê pê li serê me dike.

18 april 2018

Totik vala be pirsên biaqil jî nayê bîra meriv




Îbrahîm Halîl Baran entellektuelekî xwedî zanîn û şiûrekî netewî ye, ne bi aqilê xelkê, bi aqilê ronakbîrekî kurd difikire. Di her nivîsa wî da meriv tiştekî nuh fêr dibe. 

Di her nivîsa xwe da tiliya xwe dide ser kêmasî û kêmaqilieyeke kurdan. Hebûna ronakbîrên(entellektuelên) wek Îbrahîm Xelîl Baran, hêviya kurd rojekê ewê werin ser hişê xwe, kurdperwerî ewê bibe îdeolojî û pûsûla kurdan ya mişterek bi meriv ra xurt dike. 

17 april 2018

Min got ez çend gotinan li ser naverok û tîraja Hindik-Rindik bibêjim




Xwendevanê hindik-rindik roj bi roj zêde dibin. Ev yek him min kêfxweş dike û him jî hêz û zewqa min a nivîsandinê xurt dike…

Ji bo blogerekî zêdebûna ziyaretçiyan bêguman ciyê kêfxweşiyê ye. Meriv dibîne tiştê meriv nivîsîye bi kêmanî hinekan lê nerî ye…

Do 833 kesî rêya xwe bi bloga hindik-rindik xistiye.
Di nava mehekê da 17895 kesan hindik-rindik tikandine, yanî ziyaret kirine û xwendine.
Ev jî bi wesetî yanî yek kêm, yek zêde rojê dike 600 serdan, tikandin.
Ez bawer dikim ji bo blogerekî kurmanc ev ji mar ne xerab e.
Blogên ji vê zêdetir tên ziyaretkirin hene ya tunene ez nizanim.

Lê ez ji trîja xwe memnûn im. 

Ji feydeyên medyaya sosyal yek jî...




Ji feydeyên medyaya sosyal, tora medyayê yek jî meriv gelek kesan nas dike. Ne ev platformbûya meriv ew nas nekirana.

Bi xêra medyaya sosyal meriv dibîne kî camêr e, kî mêr e, kî pûşt û segê neyêr e.

Meriv gelek sîxur, xayin û berdevkên dijmin bi nav û nîşan nas dike.

Ne medyaya sosyal bûya minê nizanîbûya hewqas xayinên kurdan, hewqas zilam û xulamên tirkan û dewleta tirk hene. 

Bi xêra medyaya sosyal meriv gelek xayinên kurd û Kurdistanê nas dike.

16 april 2018

Dil kal nabe lê çavê xelkê jî ne kor e


Erê rast e, dil kal nabe lêbelê çavê xelk û alemî ne kor e...

Li mixazeyên kincan carnan çavê min li hin kincên xweşik dikeve û dilê min dibêjê. Di vî warî da ez merivekî dilbijok im, û hinekî ji bejna xwe hez dikim.

Li mixaze kincan dema çavê min bi montekî, bi paltoyekî, bi qazaxekî xweş dikeve diçim kabînê ji bo ku li xwe kim, prova bikim. Dema li ber neynikê disekinim û sûretê xwe, por û rîya xwe ya spî dibînim û li kincê di dest xwe da dinêrim, pê dihesim ku ev kinc yê xorta ye, ne li gorî kalekî wekî min e. Dev ji provê berdim, bi hustuxwarî ji kabînê derdikevim...

Talankirina Efrînê bênabên berdewam e




Tirkiye bi çeteyên xwe malên kurdan talan dike
Ji Efrînê xeberên pir ne xweş tên. Tirkiye bi çeteyên xwe yên îslamî kurdan terorîze dike, malên wan dide talankirin.

Çeteyên Tirkiyê digrin ser gundan, xelkê digrin, ji malên wan derdixin û dû ra malên wan, qir û qafên wan, aletên elektronîk, telewîzyon û tişt miştên nava malê didizin û didin erebên li gund hatine bicîkirin.

Turîzma Tirkiyê boykot bikin !



Turîzma Tirkiyê boykot bikin û bi perê xwe nebin alîkarê dagirkirina Efrînê û şerê Tirkiyê yê li hemberî miletê kurd

Serokê belediya Cenevreyê Remî Paganî xwest ewrûpî turîzma Tirkiyê boykot bikin.

Serokê belediya Cenevreyê Remy Paganî bag li gelê Îsvîçreyê û Ewrûpayê kir, got:

” Di tatîlê da neçin Tirkiyê û bi perê xwe nebin ortaxê cengê. Li hundur ne bes e, li derve jî Tirkiyê li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne. Nabe em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin. Ji ber ku heta nuha li hemberî Tirkiyê tu zextên aborî nehatiye kirin ciyê xemgîniyê ye. Ewrûpa him li hember Erdogan tiştekî nake û him jî jê ra pera dişîne. Ez vê yekê wek karekî pir qirêt dibînim...”

15 april 2018

Rojnamevaneka swêdî çima dixwest here Kurdistanê?



Rohat Alakom, wek her car di vê nivîsa xwe da jî dîsa lêkolîneke pir xweş û balkêş kiriye. Dîsa li ser kurd û Kurdistanê hin tiştên xweş derxistiye ortê.

Rohat Alakom tim tiştên li ser kurd û Kurdisgtanê yên haya kesî jê tuneye dibîne û pêşkêşî xwendevanên kurd dike.
Ev nivîsa wî jî wisa ye. Nivîseke kin e lê pir xweş e. 

Daweta soran û kurmanca ekstra xweş e



Gava zava û bûk yek soran, yek kurmanc be, dawet jî ekstra geû û xweş dibe

Do êvarî em li daweta Asso Seyyad û Sîdar Yîgît xanimê bûn. Daweteke pir xweş bû. Me gelek dost û heval dîtin û bi hev ra demeke xweş buhurand. 

14 april 2018

Amerîkayê bi rastî jî li Sûriyê xist !



Amerîkayê, Fransayê û Îngilistanê do bi şev bi hev ra li Sûriyê xistin. 30 fuze avêtin ji Şamê da. 

Reaksiyona herî sert wek dihat payin ji Rûsyayê hat. Pûtîn got êrîş ewê bêbersîv nemîne.

Weleh mêrik pir jêjatî ye




Weleh Erdogan mêrik pir jêhatî ye. Dibê meriv viya qebûl bike.

Mêrik kînga dilê wî dixwaze telefonî Trump û Pûtîn dike.
Do telefonî Trump kir, îro telefonî Pûtîn kiriye. 

Hema dema bîna wî teng dibe, radihîje telefona xwe telefonê Trump û Pûtîn dike…

Trump û Pûtîn jî her tim hazir û nazir in û bersîvê didin telefonên wî, tu carî daxwaza wî ya axaftinê red nakin.

Di dema Obama da ji bo ku Erdogan bi Obama ra bepeyive Tirkiyê bi mehan dîplomasî dikir. 

13 april 2018

Rexnekirina kovareke bi nav heye lê bi xwe tuneye




Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim kovareke tune, kovareke gerek derketa lê hîn derneketiye rexne bikim.

Navê kovarê KUND e. Li gorî gotina berpirsiyarên kovarê, Kund ewê di Newrozê da bihata weşandin. Lê kovar hîn derneketiye. Û ne diyar e ewê kînga jî derkeve.

Belkî jî qet dernekeve. Yanî di vî warî da tu agahdarî tuneye.
Kovara tune nayê rexnekirin, lê ezê bikim. Bira ya min derî adetê be. Ezê sebebê vê yekê îzah bikim.

12 april 2018

AKPê wiha kir kurd bibêjin xwezî bi kefendiz




Beledîyeyên hukûmeta AKPê ji kurdan stendin û teslîmî ”Qeyûman” (merivekî dewletê) kirin her tiştê bi kurdî ye yasax dikin,  ji ortê radikin. 

Nivîsek bi kurdî li ku hebe radikin, navên kolanên bi kurdî diguherînin û navê faşst û neyarên kurdan lê dikin. Peykerên şair û mezinên kurdan, hemû sembolên kurd û Kurdistanê xera dikin.


11 april 2018

Tu dibêjî belkî bi vê xezalê ra GPS heye




Ev 3-4 sal in xezalekê bela xwe di kulilkên hewşa me daye. Çer kulîk serê xwe ji bin axê derdixin, tên dixwe.

Lê ez dibêjim ne yek e, çend heb in. Tu carî yek bi tenê nagere, tim dê û yek du karikên wê ne.

Ev 3-4 sal in nahêlin em çend rojan têr li wan kulîlk û laleyên xweşik binêrin, pê şa bibin. 

Tu dibêjî me ne ji bo xwe, ji bo wan çandiye
Hewr sal bi destpêka buharê ra kulîlk çer serên xwe ji bin axê derdixin, pitşî wê bi du sê rojan şevekê tên dikvin hewşê û lê diçêrin... 

Blogerê ji hûrê xwe yê mezin gazinan dike...



Blogerê hoste û îdolê keç û xortên bloger Emer Farûk Baran, di bloga xwe da ji şîşmanî û ji hûrê(zikê) xwe yê mezin gazin kiriye, gotiye, ” Bi hûrê xwe re perîşan bûme, dimeşim nameşim danakeve quzilqurto.”

Qet xwe nexapîne birako, bi meşê ne meriv zeîf dibe û ne jî hûr dadikeve...

Heger bi rastî tu dixwazî ji hûrê xwe yê mezin, ji zikê xwe yê wek teyştekê xelas bibî, hindikî bixwe, zêde çavbirçî nebe.

Bersîva rexneyên xwendevanan



Nuha xwendevanekî hindik-rindik û dilxwazekî minê pir ezîz agahiyeke muhîm da min, got ev çend car in ez ji hin kesan dibihîzim, dijêjin ”apê Zina pir caran nûçeyên em di malperan da dixwînin ji nû ve dinivsîne, em naxwazin li wan nivîsên wî binêrin.”

Ev gazineke rast e û di cî da ye. 

10 april 2018

Erdogan di mesela Efrînê da Rûsya bêminet kir



Erdogan bersîv daye beyana Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.

Lavrov gotibû ”Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tu carî negotiye hêzên tirk ewê li Efrînê bimînin. Piştî bidawîbûna operasyonê divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyê."

Helal be ji Erdogan ra , her kes jê ditirse....



Ez bi xwe êdî ji Erdogan ra dibêjim helal be ji te ra, bira tu jî bibêjî ez mêr im…

Dinya ji mêrik ditirse. Kes newêre qala rejîma wî terorê bike. Çi sûcî, çi qetlê, çi zulmê û terorê dide kirin jê ra dibîne.


Heger tiştê Erdogan di van 6-7 salên dawî da kirine û dane kirin kîjan serokekî din kiribûya nuha girtî bû, nuha di binê kiltî da bû. Lê ji ber Erdogan e kes newêre navê wî bigre devê xwe.


Şersê Sûrîyê wî derxist û îro jî ew dide domandin. Erdogan dev ji şer berde di nava hefteyekê da mesla Sûriyê hel dibe. Li Sûriyê çi qetill û sûcên li dijî însaniyetê bûne hemû bi destê Tirkiyê bûne. Her kes viya zane. Lê newêrin bibêjin.

Lema aşûnî bûye.

Erdogan, Yekîtiya Ewrûpayê, Amerîka, Îsraîl teslîm girtiye. 
Mêrik çi bike kes newêre navê wî bigre devê xwe.

Hemû serokên Yekîtiya Ewrûpayê, heta hemû dinya dema navê Erdogan dibihîzin ji tirsa bi xwe da dimizî.

Erdogan û Tirkiye çi bike jî kes newêre navê Erdogan û Tirkyê bigire devê xwe…

Medyaya Swêdî  her roj li ser Macarîstanê dinivîse, dibêje li Macarîstanê azadiya fikirî kêm bûye, nemaye.Medyaya Macarîstanê ketiye bin kontrola serokwezîr Vîktor Orban.

Di telewîzyonên swêdî da her tim xebera pêşî li ser Macarîstanê û kirinên Vîktor Orban yên ne demokratîk in.
ji %92ê medya tirk ketiye bin kontrola Erdogan û medyaya wî. 

Li Tirkiyê îro azadiya fikrî û çapemeniyê ji bin da tuneye, di binê sifirê da ye, kes newêre devê xwe veke. Kî rexneyekê li Erdogan bigre roja din ji kar tê avêtin.

Lê medyaya swêdî qet qala van tiştan nake. 

Medyaya swêdî li hemberî dîktatoriya Erdogan û terora wî ya li ser medyayê xwe kerr û lal dike, qet qala hegomanya AKPê û Erdogan ya li ser medyayê nake, tu carî Erdogan û kontrola wî ya li ser medyayê nakin xebera pêşî. Qet nabêjin li Tirkiyê azadiya fikrî tuneye, her tişt ketiye bin kontrola hukûmetê û Erdogan.

Çimkî ji Erdogan ditirsin. 

Berpirsiyarên hukûmeta Swêd her tim bêtirs Viktor Orban rexne dikin.

Telewîzyonên swêdî di her xeberê da şarezayekî Macarîstanê tînin studyoyê û pê ra rewşa Macarîstanê minaqaşe dikin.

Lê vê yekê li ser Erdogan û Tirkiyê nakin. 

Çimî newêrin. 

Çimkî ji Erdogan ditirsin. 

Çimkî zanin roja din Erdogan ewê gotinên nemayî ji wan ra bike.

Çimkî baş zanin roja din Erdogan ewê kûçikên xwe berra wan bide. Di bin destê Erdogan da bi hezaran çete û qatilên îslamî hene. Lema jê ditirsin.

Lê ji Vîktor Orban natirsin. Çimkî çeteyên wî tunene.
Lema jî heta ji ji medyaya swêdî tê qela Erdogan û Tirkiyê nake.

Heger ne tertîp û tiyatro be, hemû dinya zane êrîşa kîmyayî ya ser Gutayê karê merivên Erdogan e. 

Heger bûyer rast be sedîsed tiliya Tirkiyê tê da heye. Di yên berê da jî tiliya Tirkiyê hebû. 

Rûsuyaya jî, Yekîtiya Ewrûpayê jî û Amerîka jî viya zane.
Lê yek jî newêre bibêje ev îşê Tirkiyê ye. 

Çimkî ji Erdogan û tirkan ditirsin. Çimkî zanin Tirkiye bi çeteyên xwe kane wan biêşîne.

Lema jî ji dêlî Tirkiyê, êrîşa ser Esed dikin.

09 april 2018

Me îro silavek da gorra hevalekî li ber dilê me pir ezîz !


Her sal roja 9ê nîsanê dema ez û xanim berê xwe didin gorristana Strandkyrkogardenê û diçin ser gorra Aslan, xem û kovanek mezin digre ser dilê min. 

Dikevim derya xem û xeyalan.

Ez û xanim bi rê da ji hev ra qala rojên borî, qala serpêhatiyên bûne xewn û xeyal dikin.

Îro dîsa ew roj bû û ez û xanim li gorristana Strandkyrkogarden bûn û wek her sal dîsa bûn mîvanê hevalekî li ber dilê me pir ezîz, em çûn ser gorra Mehmet Aslan Kaya.

17 sal pir zû derbas bûn. 

Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din.

Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê fedekar û canfîdayê kurd û Kurdistanê û alîkarê her kurdê Stockholmê xemgîn kir. 

Mirineke pir zû bû, kesî bawer nedikir Mehmet Aslan Kaya, ev Xocê xizirê her kurdê Stockholmê ewê wiha ji nişka ve xatir ji me bixwesta…
Îro rojeke xweş bû, ne berf bû, ne baran bû. Ez û xanim piştî me xurîniya xwe kir em ketin rê. 

Li Gullmarsplan, li taxa me ya berê, ji ser gulfiroşa me ya her sal me nêrgizek xweşik kirî û çûn li otoboza xwe siwar bûn.

Bi rê da me qala rojên borî û sohbeta bi Aslan ra kir.

Me qala hin gotin û xusûsîyetên wî kir. 

Me qala fedakariya wî kir. 

Me qala zanîna wî ya kompîtorê kir. 

Me got di warê teknîk û programçêkirinê da zana û alimekî mezin bû, wek şûrekî şamê li pişta hemû kurdan bû.

Lê pir zû ji pişta me çû.

Berî me hin dost û hevalên wî çûbûn ziyareta wî, wan jî gulên xwe danîbûn ser gorra wî. 

Ev 17 sal in tim wiha dibe, yek carê jî li ser gorra wî em rastîê hev nehatine. Tim ew berî me diherin.

Kevirê gorra wî hinekî xwar bûbû, bala me kişand. Lê med est nedayê. Bi wextê ra kevir ji ciyê xwe dileqe.

Gorristan xalî bû, bêyî me jineke din li aliyên din yê gorristanê bû. Û swêdiyekî kûçikê xwe li wan deran digerand.
Îsal xeberên me jê ra birin gelkî ne xweş bûn. 

Min jê ra got pismam, sal bi sal xwezî bi par ! 

Mixabin rewşa kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî pir xerab e. Daîş ne bes bû, Îraqê û Tirkiyê jî xwe da ser. Nuha ew jî şerê kurdan dikin. Tirkiye êdî ûkere bi Daîşê û çeteyên din ra êrîşî kurdan dike.

Min jê ra qala îxaneta 16ê cotmeha par kir.

Min got Îraqê bi alîkariya hin kurdên xayin Kerkûk, Xurmato û gelek derên din dagir kir û bi hezaran kurd dîsa koçber bûne.
Min got kurd hîn bêtifaq in, hîn biaqil nebûne.

Min got Efrîn jî ji dest me çû, Tirkiyê jî Efrîn dagir kir û dixebite gelek derên din jî dagir bike.

Min bi van xeberên xwe yên ne xweş û tahl di gorrê da kul û derdên wî zêde kir.

Xanimê got, Wêranşar li ku gorristana Strandkyrkogardenê li ku? Qederê tu anî bi ku ve derxist ?

Kê bîr dibir jiyana te ewê wiha biqede û emê jî van rojan bibînin?

Van gotinên xanimê ez kelogirî kirim…

Me gelek tiştên din ji hev ra got, me qala roja wefata wî kir.
Me qala bihîstina wê xebera reş kir. 

Me got di ser wê roja reş ra vaye 17 sal derbas bûn û em hîn li xerîbiyê ne, hîn venegeriyane welatê xwe. 

Piştî vê sohbeta dirêj wexta xatirxwestinê hat. 

Xatirxwestina ji miriyan pir zahme e, dema meriv ji ser gorrê dide rê, hisekî pir xerîb, êşeke kûr xwe bera hinavê meriv dide, meriv xwe qeleş his dike.

Çimkî meriv nikane mirî ji gorrê rake!
Meriv terka wî dike…

Meriv diçe mala xwe û mirî di gorra wî da li pey xwe dihêle.

Meriv careke din his dike mirin çiqasî tahl û ne xweş e.

Îro vegera ji ser gorra Aslan bi min wek qeleşiyekê hat… 

Bi vê êşê me xatir ji lawikê mexsoyî, ji canfîdayê kurd û Kurdistanê xwest. 

Bi hustuxwarî û bi dilekî şikestî me terka wî kir.

Me ew û nêrgiz û kulîlkên wî li gorristana Strandkyrkogardenê bi tenê hîşt, me pê ra bêbextî kir, em çûn mala xwe, ew ma di gorra xwe ya sar da….

Li Îranê jî nivîkarên herî meşhûr kurd in..



Li Kurdistana Bakur û Rojava(Tirkiyê û Sûriyê) em zanin gelek kurd bi tirkî û bi erebî dinivîsin. Lê min nizanîbû li Kurdistana Rojhilat(Îranê)jî rewş eynî ye.

Kurdekî Kurdistana Rojhilat do di şiroveyeke binê nivîsekê da gotibû li Îranê jî eynî rewş e, nivîskarên faris yên herî bi nav û deng kurd in. Û navê çend nivîskaran jî dabû.

Ji bo ku ez tiştekî li ser binivîsim min nivîsa wî hilanî, qeyd kir. Lê wer xuya dike min bi şaşî avîtiye. Lema ne navê wî camêrî tê bîra min û ne jî navên kurdên bi farisî dinivîsin.

Lê li gorî wî kurdî Kurdistana Rojhilat gotibû, li Îranê jî gelek kurd bi farisî dinivîsin û gelek nivîskarên faris yên bi nav û deng jî kurd in. 

Min nizanîbû asîmîlasyona li Kurdistana Bakur û Rojava malik li me viritandiye, felaketa li van herdu beşên Kurdistanê hatiye serê me, hatiye serê kurdên Kurdistana Rojhilat jî.

Kurdekî Rojhilat piçekî qala vê meselê bike ezê kêfxweş bibim. Cudabûna elîfbeyan dibe sebebê meriv nikanibe hevûdu nas bike û medyaya hev taqîb bike.

Rewşa kurdên Kurdistana Başûr çi ye, gelo li wir jî kurdên bi erebî dinivîsin hene ez nizanim. Li ser vî beşê Kurdistanê jî hin agahî were dayin ewê baş be.


Reşad Ozkan Jiyar Sarêj/Secad nivîskarekî ji rojhilatê ye û bi kurmancî û kelhurî dinivîse.

Zinarê Xamo Ez qala kurdên bi farisî dinivîsin dikim. Heger tu navê wan zanî wiya binivîse, ne yên bi kurdî dinivîsin.
Yekî gotibû gelek kurdên Kurdistana Îranê bi farisî dinivîsin. Wek kurdên bi tirkî dinivîsin. Ez dixwazim di vî warî da bibm xwedî agahî...

Reşad Ozkan Nivîskarên here binavudengên kurd ku farsî nivîsandine.
Elîeșref Derwîșiyan, Mihemed Qazî, Mensûr aqûtî, Ibrahîm Yûisî, Reşîd Rasîmî, Elmîhemed Efxanî

Tosinê Reşîd Yek ji mezintirîn nivîskarên Rûsîya jî kurd bû, Kerem Reş. Wî jî bêtir ser dîroka Artêşa Rûsîya nivîsîye. Min ew şexsî nas dikir. Çend sal berê çû be dilovanîya Xwedê.

Dara Ersönmez Kek Zinar mixabe rewşa kurda ev e..

Mohammad Mohammadamini Silav u hurmet
bibure heger Kûrmanjîya min ne başe. Niha ez tu nivîskarwki pir bi nav u deng nas nakem kû bi farsî binivîse. Berê șorişa 78 ev diyarde zědetir bû mîna Mihemed Qazî ku vekî bavê paçive u wergêranê dê nas kirin. An Ebrahîm Yûnisî. Dikarim bêjim piranîa kurdên Hewram û Kûrmanj u Soran bi kûrdî dinivîsn. Li Kirmașane nûsîn u axaftina Farsî zêdetire. Nûke ev navçe ji pir baştir. Ez nabějim kurd nin kû bi farsî dinivîsin belam prianî kûrdî bi kar dînin. Ev çend kes ji ku nav birî beșek li pirtûken van li ser kûrdin bi farsî.




Zinarê Xamo Kekê Mohamed, gelek spas ji bo agahiyên te yên hêja. Tu kanî bi soranî binivîsî. Ya muhîm bi kurdî be, bi kîjan lehçeyê dibe ferq nake.

Mohammad Mohammadamini Kêşeyekî gewry rojhelat eweye ke beşěkî berçaw le nûseran leber sansor le başûr çap deken u hendêk jar hatnewey ew pertûkane bo rjhelat asteme. Ziyadtir le sed nûser u wergěri rohelat le başûr karekankan çap deken.

Mohammad Mohammadamini Le başûr zor zor kem be Erebî denûsin beşî zorî başûr eslen Erebî nazanin u tenya kûrdî dezanin. Be giştî mamosta navçey Soran assemîle nebûn. u tenanêt le rojhelat bajarekanî Sonqr ، Qorveh ، Bîjar ke kurd u turk těkelin turk jî bi kûrdî dixavîn. Rewşî şar Urmîa baş nîye u kurdekan ziatr be tûrkî qse deken.

Şevger Çolo Mamoste ez bawerim ku ev rewş hin berfereh bê lêkolîn kirin wê li Afganistan û pakîstan jî heta ermenîstanê heman rewş derkevê kurdên resen bêşa êzîdî û kurdên belûçîstanê jî di nava vê rewşê de ne silav


PARVE BIKE