18 mars 2018

Zêde kêf nekin, Efrîn li we nahele !



Roja reş !
Gava hovîtî zora medenîyetê bibe,
gava Daîş û Tirkiye zora PYDê bibin netîce ev e, helbet ewê heykelê Kawa hilweşînin û heyfa Daîşê ji kurdan bigrin.

Lê ev helbet serketina Tirkiyê û Daîşê bi destûr û alîkariya Rûsyayê û Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û Îranê û Esed bû. Bêyî destûra wan ev netîce ne mimkûn bû. Lema ev dewlet û dezgeh hemû sûcdarên vê hûvîtiya tirkiyê ne.

Lema jî li Efrînê bi xerakirina heykelê Kawa ra çeteyên Daîşê şerefa Rûsyayê, Amerîkayê û Xerbê jî dike bin nigê xwe..
Lê ev destpêk e, di rojên pêş da emê gelek hovîtiyên mezintir bibînin.

Belê, hedîse ev e. Di serî da Rûsya , Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa dinya bi qurbana Erdogan be. tirsonekî û bêbextiya wan ya bi kurdan ra Erdogan kir şofêrê vê panzêrê...
Ev panzêr û ev şofêr, bi çeteyên xwe yên rîhreş û dillreş ra ewê dinyayê rehet nehêlin...





Piştî 57 roj liberxwdaneke tarîxî û bêhempa Tirkiyê û çeteyên Daîşê Efrîn girtin. Lê her paşvekişandin ne têkçûne. YPG têk neçûye, YPG li Efrînê di şer da neşikiyaye, paş da vekişiyaye. Paşdavekişîn jî stratejîyeke şer e.

Zêde kêf nekin, Efrîn ewê li we nehele, ev ji we ra namîne.
Li Efrînê Tirkiyê û çeteyên îslamî zora YPGê nebirin, wan zora Amerîkayê, NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê birin. Û him jî ji ber bêbextî û tirsonekîya Amerîka û welatên Ewrûpayê.

Kurdan Efrîn wenda kirin, lê Rûsyayê, Amerîkayê û Ewrûpayê bext û şerefa xwe jî wenda kirin.

Tarîx ewê egîdî û qehremanîya YPGê û kurdan û bêbextî, qeleşî û tirsonekîya Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê binivîse.

Tarîx ewê bibêje Rûsya, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi kurdan ra bêbext derketin û hîştin çeteyên îslamî û Daîşê Efrînê dagir bikin.

Tirkiyê bi dagirkirina Efrînê heyfa Daîşê ji kurdan girt.
Lê ne ji kurdan tenê, ji Amerîka, ji Nato û yekîtiya Ewrûpayê jî heyfa Daîşê girt.

Û tarîx ewê nîşan bide, ji me kurdan bêtir Amerîka û Yekîtiya Ewrûpa ewê poşman bibe.


4 kommentarer:

  1. Xalo, ez dibejim nuha Rus de kar bikin ku tirkan bi aliye Minbice de dahf bidin da ku wan u DYA ye binin hember hev. Dikare her tisht bibe le ye ku qezenc bike hin bash ned diyar e.

    SvaraRadera
  2. Tirk êrîşî dera emerîkî lê nakin, ewê êrîşî Serêkaniyê, Kobanê û Qamîşloyê bikin..

    SvaraRadera
  3. Ere tirk we yeke dixwazin le Rus ji dixwazin wan bi ser DYA ye de bishinin. Helbet ye di seri de wenda kiri ye kurd in.

    SvaraRadera
  4. Amerîka û Tirkiye çiqasî werin hemberî hev ji kurdan ra baş e. Rûsya nuha dev ji Tirkiyê bernade.

    SvaraRadera

PARVE BIKE