24 mars 2018

Yekîtiya Ewrûpayê di warê leşkerî da Tirkiye fînanse kiriye



Li gorî kovara Der Spiegela almanî nivîsîye Yekîtiya Ewrûpayê li ser navê ”parastina sînoran” 85 milyon euro daye Tirkiyê. Xwedêgiravî Tirkiyê ewê bi van peran ”sînorên xwe biparêze” û nehêle koçber herin Ewrûpayê.




Tirkiyeya şandina koçberan organîze dike ewê çawa wan neşîne?

Tirkiye bi koçberan pera qezenc dike, şantajê li Ewrûpayê dike, çima ewê wan bisekinîne?

Bi rastî serokên Yekîtiya Ewrûpayê pir ehmeq in !

Û Tirkiyê jî bi van pereyên ji Yekîtiya Ewrûpayê girtiye pê sîleh, alet û edawatên leşkerî, Cobra II û wasiteyên zirxî kirîne û li Kurdistana Bakur û Sûriyê li hemberî kurdan bi kar tîne.

Yanî Yekîtiya Ewrûpayê şerê Tirkiyê yê li hemberî di kurdan fînanse dike.

Siyasetmedar û serokên ewrûpiyan pir rezîl û kêmaqil in. Erdgon 28 welatên Yekîtiya Ewrûpayê li ser tiliya xwe dide lîstikandin. Mêrik him bi sedhezaran koçber ji Afganîstanê, Pakîstanê, Îranê, Hindistanê û ji gelek welatên din tîne Tirkiyê û peyderpey dişîne Ewrûpayê û him jî ji bo rê li ber wan bigre bi milyona euro pere ji Yekîtiya Ewrûpayê distîne.

Xêra Xwedê !

Serokên Yekîtiya Ewrûpayê viya zanin, lê ji Erdogan ra dibêjin emê pera bidin te û tu jî sîlehan ji me bikire.

Û Erdogan jî wer dike. Yanî donê wan diserê wan dide.

Ji Erdogan ra sîleh lazim e, pera ji YE digre û bi wan pera ji hin welatên Ewrûpayê sîlehan dikire. Û çerx wiha digere.

1-Tirkiye ji her dera dinyayê ji bo ku wan bişîne Ewrûpayê, musilman li Tirkiyê kom dike û peyder pey dişîne Ewrûpayê. Ji bo ku Ewrûpayê têxe destê musilmanan. Plana Erdogan û ya Tirkiyê Ewrûpayê bike musilman.

Û Yekîtiya Ewrşpayî jî vî Erdoganî bertîl dike ji bo ku koçberan neşîne Ewrûpayê. Xwedê aqilekî bide ewrşpiyan û weselam.

2-Yekîtiya Ewrûpayê ji bo kur ê li ber hatina koçberan bigre pera dide Tirkiyê û dibêje bi van pera tu yê ji me sîlehan bikire.

3-Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê bi milyona neuro digre û bi qismekî wan pera sîlehan dikre û bi qismê din jî şerê kurdan dike û çeteyên îslamî fînanse dike, meaşê wan dide.

4- Tirkiye him perê digre û him jî koçberan dişîne. Lê ne bi hezaran, hindik hindik dişîne.
5-Yekîtiya Ewrûpayê jî dibêje koçber kîm bûn.

6-Yanî li gorî vê sîstemê Yekîtiya Ewrûpayê qismekî şerê Tirkiyê fînase dike.
Heta ku ewrûpî ev ewrûpî bin tu tiştek bi rejîma Erdgon nayê, çimkî fînansmana wî saxlem e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE