30 mars 2018

Xwendevanên Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî bi hev ra bi tirkî dipeyivin



Raman Ayatullah li zanîngeha  Mûşê xwendevanê ” Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî” ye. 

Raman Ayatullah, di Facebooka xwe da li ser beşê xwe gotiye her çiqas ew beşê ziman û edebiyata kurdî dixwînin jî, lê ne di sinifê da û ne jî li derveyî sinifê wendevan bi hev ra bi kurdî napeyivin, her kes bi tirkî dipeyive.

Li hembeî vê agahiyê ne mimkûn e meriv matmayî nebe !

Ev çawa zanîngeh e, çawa xwendin e min fam nekir!

Mamoste çawa destûrê didin wan, min ew jî fam nekir !

Xwendevanên beşê zimanekî çima ewê bi zimanekî din bi hev ra bipeyivin tiştekî pir xerîb e, dibê psîkolog û sosyolog li ser vê sosiretê lêkolînê bikin…

Dersa meriv bi zimanekî dît, kitêba meriv bi zimanekî xwend, mamosteyê meriv bi zimanekî lê guhdarî kir, dibê meriv bi wî zimanî jî bipeyive û minaqaşe bike.

Lê xwendevanên Zanîngeha Mûşê Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî him xwendevanên kurdî ne û him jî bi kurdî napeyivin, zimanê wan yê zanîngehê tirkî ye.

Bi gotineke herî sivik xwendevanên li wê zanîngehê ziman û edebiyata kurdî dixwînin ji kurdî nefret dikin û tu carî nafikirin bi kurdî bipeyivin. Lê li pey dîplomayekê ne, vî mafê kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî îstîsmar dikin. Dixwazin li ser navê kurdan bibin xwedî dîplome, çimkî li dereke din nikanin bibin.

Lê mamosteyê wan jî ne tu mamoste ne, dibê qebûl nekira…


Meriv deng bike derdeke, deng neke derdekî din e. Li Kurdistana Başûr hukşmet, meclîs tuneye, otorîteyeke netewî tuneye, kurd bûne wek keriyê bêşivan û ketine nava lepên ereban û ereb jî wek gurên devbixwîn bi wan ketine.

Bi emrê walî li Kerkûkê mal û dikanên kurdan ji wan tên stendin û xera dikin. Ji bo kurdan ji Kerkûkê derxin her zulmê li kurdan dikin. Û hukûmeta Kurdistanê, ji serokê hukûmetê, ji meclîsa Kurdistanê, ji partiyên kurdan deng dernakeve. Her kes li vê terora ereban temaşe dike. Tu dibêjî belkî ne hukûmet heye û ne jî meclîs .

Bi kurtî tiştê hatiye serê kurdên başûr ji felaketê jî mejintir e.
Van serok û van partiyan mala kurdan şewitandin, kurd perîşn kirin. Musebîbê vê perîşaniya kurdan PDK û YNK ye, lê kes nikane hesab ji wan bipirse....


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE