04 mars 2018

Xizmetek nuh ji bo xwendevanên bloga hindik-rindik



Gelî xwendevanên hêja û hevalên ezîz, ji bo xatirê xwe ez her roj tiştekî nuh li ”hindik-rindik” zêde dikim.

Wek hûn zanin berê min bejn û bala "hindik-rindik" , yanî mîzanpaja wê guhert. Gava ez dibêjim min guhert, wisa fêm nekin min çêkir, na, ez tu carî xwe tevî îşê teknîkê nakim. Hoste û desînatorê wê Emer Faruk Baran e, yanî ji min ra çêkir.


Nuha jî  min gaveke din avêt, ji bo ku hûn bloga ”hindik-rindik” bi dûzan taqîb bikin û bizanibin Zinarê Xamo kînga, çi dinivîse  min ji bo we îmkan abonetiyê çêkir. 

Gava ez dibêjim "abonetî" netirsin, abonetiya "hindik-rindik" ne bi pera ye, li ba min her tişt belaş e; xwendin, taqîb, rexne, şirove, parvekirin û nuha jî abonetî, hemû miftî belaş in bixwînin.

Ev xizmet hemû ji bo xatirê we ye, ji bo ku hûn bi kurdî û "hindik-rindik, bloga kurmancî ya herî kevn taqîb bikin.

Bi kurtî heger hûn dixwazin min taqîb bikin, hûn kanin e-maila xwe li milê rastê yê blogê, li wir ciyê qeydkirina e-mailê heye, qeyd bikin û bibin abone.

Dema hûn bibin abone piştî her blogê hûnê bi e-mailê werin agahdarkirin.

Carnan bi heftan û bi mehan meriv ji bîr dike rêya xwe bi bloga meriv dixwaze taqîb bike. Lê dema hûn bibin abone bi her nivîsê ra hûnê werin agahdarkirin.

Xêra Xwedê ye, xizmeteke wiha lawê bavê meriv jî ji meriv ra nake. 

Ezê him binivîsim û him jî bi e-mailê xeberê bidim we, ji we ra bibêjim xwarin hazir e, de kerem bikin ser sifrê.



Rênas Xendekî, bi bloger û nivîskarê ferhenga ”tirşikê” bi "biruya hayao miyazaki" ra hevpeyvîneke pir xweş kiriye.
Min bi zewq xwend. Bi hêviya xortên wiha, tirşikvan û blogerên wek "biruya hayao miyazaki" zêde bibin û gelek ferhengên me yên wek "tirşikê" çê bibin.
Bloga ”Xewşeriqî” blogeke hêjayî taqîbê ye,Rênas Xendekî hevpeyvînên xweş û ballêş dike.

2 kommentarer:

  1. Xêra Xwedê ye, zizmeteke wiha lawê bavê meriv jî ji meriv ra nake. 
    Ji dila tu xîzmetek binivîsê, te zizmetek nivîsandîye. Ezê bibim abane a bloga te mamoste

    SvaraRadera
  2. Spas. Wa ye feydeya nivîsê çê bû.
    Ezê rast bikim.

    SvaraRadera

PARVE BIKE