07 mars 2018

Tirkiye heyfa Daîşê ji Efrînê digre



Rengê pûrteqalî, yanî Tirkiye dixwaze hişin, yanî Efrînê dagir bike û NATO jî piştgiriyê dide pûrteqalîyê, yanî Tirkiyê. 

Yekîtiya Ewrûpayê û Swêd jî di nav da, ew jî destegê didin Tirkiyê ji bo ku Efrînê dagir bike. Eşkere wiha nabêjin, lê bêdengmayina wan di praktîkê da piştgiriya Tirkiyê ye.

Pûrtiqalî, yanî Tirkiyê heta nuha bi balafirên şer gelek siwîl, jin û zarokên hişin, yanî Efrînê kuştin. Gelek gund û bajarên Efrînê dagir kir. Lê ne NATO, ne Yekîtiya Ewrûpayê û ne jî Neteweyên Yekbûyî ji Tirkiyê ra tiştekî nabêjin. Kes naçe hawara hişi, yanî Efrînê.

Pûrtiqalî, yanî Tirkiye bi kêfa dilê xwe, bi çeteyên xwe yên Daîşê ra herêma hişin bombebaran dike û xelkê wê dikuje û herêma hişin gav bi gav dagir dike.

Ji ber ku însanên herêma hişin, yanî efrîniyan ji bo cîhaneka azad şerê Daîşê kirin, nuha ew ji alî Tirkiyê ve tên cezakirin û "dinya azad" jî li qetilkirina wan temaşe dike.

Pûrteqalîyê, yanî Tirkiyê belovacî herêma hişin her tim alîkariya Daîşê kir. Nuha jî tiştê Daîşê nikanîbû bîne serê herêma hişin Tirkiye bi xwe dike. Tirkiye heyfa Daîşê ji herêma hişin digre.

Erê hin caran dinya zalim û bêbext e. Na wele her tim wiha ye, dinya tim hevalê xurta ye, yê feqîr û bêkes tim di ber nigan dihere. Zulma îro Tirkiye li Efrînê li kurdan dike ji ber bêkesiya kurda ye, Tirkiye dibîne kurd bêkes û bêpişt in lema vê zulmê li wan dike.

Helbet êrîşkar û qatilên kurdan li Efrînê Tirkiye ye, tiştê Tirkiye li Efrînê dike, jenosîd e, sûcekî li dijî îndaniyetê ye. Ji ber ku bi me kanin me dikujin.

Lê yê li pişta Tirkiyê Rûsya ye. Dibê em vê namerdiya Pûtîn û Rûsyayê ebeden ji bîra nekin.

Wahşeta Tirkiye li Efrînê dike, welatekî din li kûçikan, li pisikan, li guran jî bikira dinyayê ewê qebûl nekira, NY ewê qiyamet rakira. Lê ji ber em kurd in NY û hemû dinya li qetla me temaşe dike. NY jî û YE jî bi qasî Tirkiyê sûcdar in. Hemû dinya bi qasî Tirkiyê zalim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE