31 mars 2018

Tirkiyê du sê caran bi qasî erdê Efrînê li Kurdistana Başûr dagir kiriye




Leşkerên tirk li dora 20 km., belkî jî hîn zêdetir ketine nava axa Kurdistana Federe û li ser hin çiyayên pir bilind û stratejîk baregeh û qereqolên leşkerî çê dikin.

Leşkerên tirk av û kaniyên hin gundan xistine bin kontrola xwe û ji bo ku gundî bikanibin heywanên xwe av bidin dibê herin destûrê ji leşkerên tirk bigrin.

Muxtarê gundê Bermîzê Ebdulrezaq Biradostî ji ajansa Spûtnîkê ra gotiye hin caran leşker nahêlin gundî herin ser avê û zahmetiyan derdixin.

Yanî gelek gund ketine bin destê leşkerên tirk û êdî ew herêmê îdare dikin. Li ser Çiyayê Kitkîn baregehên leşkerî ava dikin.

Lê belê ne hukûmeta Kurdistanê li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê derdikeve û ne jî Îraq. Ji ber ku kes dengê xwe nake Tirkiye jî li dera dilê wan dixwaze, li dera herî stratejîk  baregehên leşkerî  û qereqolên xwe ava dikin. Û gundî jî lê temaşe dikin. Diyar e Tirkiye bi îzna hukûmeta Kurdistanê viya dike. Ne mimkûn e haya hukûmetê ji viya tunebe.


Kurd newêrin herin hinda makîneyên rê û qereqolan çê dikin û bibêjin çi karê we li vir heye, bi çi heqî hûn welatê me qereqolêan ava dikin?

Ji dûr va li wan temaşe dikin, ji Rûdawê ra gotine wer xuya ye îcar ewê venegerin, ewê li vir bi cî bibin..

Ev welat li me kurdan heram e û li Tirkiyê helal e. Em ne miletekî layiqî bi xwedî welat bin, lê tirk layiq in. 

Lema jî bira Kurdistana başûr jî li wan helal be.

Ji xwe dilê wan ku derê bixwaze wira digrin, welatekî bêxwedî ye, tu kes guleyekê bera leşkerê tirk nade, nabêje ji welatê me derkevin. Netwêre ji tirkan bipirsin, bibêjin hûn çawa û bi çi heqî 16 km.
ketine nava axa me û li gundên me qereqola ava dikin?

Pir ji dûr va li tirkan temaşe dikin...
Wer xuya ye Tirkiye bi hinceta PKKê ewê rojava û başûrê Kurdistanê jî bigre. Li Erdgoan helal be, wek şîrê diya wî lê helal be...

Em kurd layiqî bindestiyê û koletiyê ne, me bindestî û koletiya tirk û ereban heq kiriye. Serokên me ne hêjayî pîvazekê ne jî...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE