26 mars 2018

Tirkiyê 30 gundên Kurdistana Başûr dagir kiriye hukûmeta Kurdistanê dengê xwe nake




Ne derew bûye, gotinên Erdogan ne fortên vala bûne. Tirkiye ji zû da ye 30 km ketiye nava axa Kurdistana Başûr û 30 gund dagir kirine û li leşkerên tirk li wan gundan bi cî bûne û qereqol çêkirine.

Û hukûmeta Kurdistanê vê yekê ji kurdan vedişêre. Heta nuha ne serokwezîr û ne jî berpirsiyarekî hukûmetê negotiye Tirkiye ketiye nava axa me û 30 gundên me dagir kirine.

Diyar e ev dagirkeriye Tirkiyê bi destûr û bi dilê wan e jî.
Di vê xebera Rûdwê da Tirkiyê li ku û kîjan gundên Kurdistana Başûr dagir kirine agahîyên bi teferûat hene.

Bedel Encu Nêzî 5 hezar gund in ku dê Tirkiye here têde; PKK wan gundan kontrol dike. Mesela; Li wan gundan PKK alaya Kurdistanê jî qedexe kiriye.

Ger Pêşmerge biçe wir dê PKK şerê wan bike, dê xwîn birije. Ango bi saya serê PKK, çi bandora Pêşmergeyan li wir nîne. Li wan gundan xelk nikare bijî.

Zinarê Xamo Bedel yanî tu dibêjî gundên, herêmên Tirkiye dagir dike bira ji Tirkiyê ra bin, em îşê xwe jê naynin. Çimkî erdê PKKê ne Kurdistan e, ne yê me ye. Lema jî kî dagir dike ne problema me ye.

Te qala 5 hezar gundên PKKê kiriye. 5 hezar gund welateke, wê demê Tirkye ewê wan jî bigre û hûnê îtîrazî dagirkirina wan jî nekin. 

PKK li Zaxo, li Hewlêrê û li Silêmaniyê, li her dera Kurdistanê heye, wê demê mafê Tirkiyê ye wan deran jî dagir bike. Û kurdên başûr ev kurd bin ewê bikin jî. 

Çimkî Kurdistana Başûr welatekî bêxwedî ye. 

Tirkiyê 30 gundên wan dagir kirine, qereqol lê çêkirine, ew vedişêrin û tu jî dibê ji ew der yê PKKê bû.

Bi vê siyasetê, bi vê dîtinê em nabin xwedî welat û xwedî dewlet. 

Bi dîtina min Tirkiyê ev gund bi destûra hukûmeta Kurdistanê dagir kirine. Heger ne wiha bûya hukûmeta Kurdistanê ewê li dij derketa, ewê ban Îraqê kira, ewê ji Amerîkayê ra bigota.

Lê bira li dij derketin li wir bimîne, dagirkeriya Tirkiyê bi dizî girtine, kes pê nehesandine. Ev tê wê maneyê dagirkeriya Tirkiyê bi dilê wan e.

Bedel Encu Kak Zinar tu bixwe jî dizanî mebesta min ne ew e. Hema îro Peşmerge biçe wan gundan dê şerê PKK û Pêşmergeyan dest pê bike. Ji bo PKK sedema şerî ye. Dibêjim ku lewma Pêşmerge naçe wan gundan, ta ku îro bi hincet ketin destê artêşa Tirkiye.

Ya rast ev e ku mezintirîn dijminê kurdan bêtifaqî ye. Ev bêtifaqî bi destê Talabanî, Öcalan û Barzanî hatiye çêkirin.

Vêca heger kurd bê tifaqiyê ji xwe re bikin rêber û Xweda; dê welatê kurdan li Tirk û Ereb û Farisan pîroz û bimbarek be: 1+1=2

Zinarê Xamo Bedel, tu tiştekî ez li van gotinên te zêde bikim tuneye, nuha me li hev kir.
"Ya rast ev e ku mezintirîn dijminê kurdan bêtifaqî ye. Ev bêtifaqî bi destê Talabanî, Öcalan û Barzanî hatiye çêkirin.

Vêca heger kurd bê tifaqiyê ji xwe re bikin rêber û Xweda; dê welatê kurdan li Tirk û Ereb û Farisan pîroz û bimbarek be: 1+1=2"

Sebebê vî halê me yê rezîl û vê çavsoriya Tirkiyê û Îraqê ev bêtifaqî ye, Ocalan, Barzanî û YNK ye û heta ev hêz pêşengên kurdan bin ne yekîtî mimkûn e û ne jî serketina me. Ya ewê xwe biguherin (ez bawer nakim) ya jî dibê miletê kurd wan ji bpêşengiyê bixin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE