07 mars 2018

Şerma mezin ew e meriv nizanibe bi zimanê xwe bixwîne û binivîse




Mîr. Celadet Bedirxan yek ji wan mezinên kurdan yê girîngiya zimên baş fêm kiriye. Zanîbûye heger miletek zimanê xwe wenda bike, hêdî hêdî ew jî wenda dibe.

Lema jî heta jê hatiye xwestiye kurd qedir û qîmetê bidin zimanê xwe. Lema jî ji bo kurdî bi pêş keve û kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin çi ji destan hatiye kiriye. Li ser girîngiya zimên gotiye:

”Şerma mezin ew e ku meriv nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be.”
///Celadet Bedirxan

Çi heyf ku piraniya kurdan ji ber vê nezaniya xwe şerm nakin. Û ji ber ku şerm nakin, lema jî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe nabin.

Miletê zimanê wî ji dest here aqilê wî jî ji dest dihere. Lema jî tirk bi rengekî sîstematîk dixwazin me asîmîle bikin û zimanê xwe têxin devê me.

Û mêrikan hetanî dereceyekê bi ser ketine jî. Lê siyasetmedarên me, gelek ronakbîrên me hîn ev yek fêm nekirine. Di ser da ew bi xwe jî kurdan asîmîle dikin.


Wek tê zanîn meriv li zanîngehê edebiyat nexwendibe jî kane bibe edîb. 
Tarîx nexwendibe jî kane bibe tarîxzan.
Rojnamevanî nexwendibe jî kane bibe rojnamevan.
Zimên nexwendibe jî kane bibe zimanzan, lînguîst
Meriv kane numûneyan hîn jî zêde bike.

Gelo yê li zanîngehê(unîversîteyê)felsefe nexwendibe ew jî nikane bibe fîlozof, yanî felsefecî?
Yanî ji bo meriv bibe fîlozof dîplome şert e?

Tarîx û felsefe heger ne birayên hev bin jî pismamên hev in. Çima yekî li zanîngehê tarîx nexwendibe kane bibe tarîxzan, çima yê li zanîngehê felsefe nexwendibe nikane bibe fîlozof?
Geleo ya muhîm dîplome ye ya jî zanîn e?
Ez ji bo ilmên sosyal dibêjim. 

Heger mesele zanîn be wê demê yê li zanîngehê felsefe nexwendibe jî kane bibe fîlozof…
Û heger nikane bibe çima?
Min tenê meraq kir.
Nizanim fikrê we çi ye, di vî warî da hûn çi difikirin?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE