12 mars 2018

Şerm e em kurd xwe însan bihesibînin...



Em 30-40 milyon kurd serîyek pîvaz jî nakin, em têkevin binê erdê çêtir e.
Em "0" in "0" !

Eybeke pir mezin em kurd jî xwe însan bihesibînin ...

Tu ferqa me û heywanekî li ber deriyê tirkan tuneye, tirk çi bixwazin kanin wiya bi me bikin.

Hêza me 30-40 milyon kurdî bi qasî ya bekçiyekî tirk jî, bi qasî qatilekî Daîşê jî tuneye.

Tirk û ereb li ber çavê 30-40 milyon kurd Efrînê dagir dikin, kurdan ji gund û bajarên wan, ji malên wan diqewitînin û em jî lê temaşe dikin.

Şerm e em kurd bi çavê însên li xwe binêrin...
Ez kurdên din nizanim, lê ez xwe însan nahesibînin.
Çimkî însan xwedî îrade ye, xwedî şexsîyet e.

Ez ne xwedî îrade me.
Em kurd ne xwedî îarad ne, em kole ne.
Em koleyên tirk, faris û ereban e...
Îradeya me, jiyana me, hebûn û tunebûna me di destê xelkê da ye.

Li Swêd jî azadiya min di destê Erdogan û Tirkiyê da ye. Li vir jî ez ne azad im, ne xwedî îrade me.
Ez newêrim herim welatê xwe, bajarê xwe. 

Ez herim tirk kanin min bigrin û gûyê xwe bi min bidin xwarin. Kanin tecawizî min bikin. Kanin min bikin terorîst û bi salan di zindanan da birizînin.
Ez newêrim herim dîya xwe, malbata xwe bibînim.

De îcar ez çi însan im ?

Ez bimrim ji vî halê kûçikatiyê sed qatî baştir e...

Ez nuha xwe wek segekî bêxwedî, bêhêz û li ber mirinê dibînin..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE