27 mars 2018

Sebebê bindestiya me bêtifaqiya me ye



Sebebê vê perîşaniya me bindestiya me ye, ji ber em bindest in, ne xwedî dewlet in em nikanin xwe biparêzin, nikanin dezgeh, hêz û aletên parêstinê ava bikin.

Ji ber ku em bindest in bi merhemeta dijminên xwe dijîn. Tabî heger meriv ji vê jiyana rezîl ra bibêje jiyan.

Kêmasiya me, dermanê derdê me Kurdistan e, dewlet e, heta em nebin xwedî dewlet perîşanî, kuştin û malwêranî, rev û koçberî ewê tim par û qedera me be.

Û yek ji sebebên heta nuha em nebûne xwedî dewlet û li her çar beşên Kurdististanê jî bindest in, bêtifaqiya me ye. Heta em wiha bêtifaq bin emê, emê tim di vî halê rezîl da bin.

Partî û serokên pêşengî û nûnertiya me dikin siyaseteke neteewî nameşînin, berjewendîyên netewî di ser berjewendîyên xwe ra nagirin, ji dijmin bêtir neyartiya hev dikin, lema jî yekîtiyeke netewî çênakin û ji ber vê jî dibin sebebê berdewamiya bindestiya me. 

Bi baweriya min heta ev serokên nuha hene serok û rêberên me bin, halê me roj bi roj ewê xerabtir bibe.

Dibê em ji van serok û rêberan xelas bibin. Dibê cîlekî, nifşekî, hin kesên nuh û netewî, hin serok û siyasetmedarên ne pûlperest rabin.


Yekîtiya Ewrûpayê ketiye destê tirsonekan. Ji ber ku serokên Yekîtiya Ewrûpayê reben û tirsonek in, di Zîrveya Varanayê da dev ji nirxên xwe yên demokratîk berdan û teslîmî dîktarorekî wek Erdogan û rejîma wî ya irqçî û faşîst bûn.

Yekîtiya Ewrûpayê ixwaze bi siyaseta pişo pişo” û bi bertîlan Erdogan nerm bike. Lê ev siyaseteke şaş e, her ku ew wiha tirsonek hereket dikin, Erdogan bêtir wek moza diazire û hinekî din pêş da diçe.

Heta serokên Yekîtiya Ewrûpayê ev tirsonek bin Erdogan ewê hîn pir xûgiyê ji wan bigre.

Ev rismê serokên Yekîtiya Ewrûpayê bi Erdogan ra belgeya teslîmiyeta wan e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE