27 mars 2018

Pûtîn rojê bajarekî Sûriyê diyarî Erdogan dike




Li gorî medyaya tirk dinivîse operasyona artêşa Tirkiyê û çeteyên Artêşa Azad ya ser navçeya Til Rifetê dest pê kiriye. 

Operasyon vir e, tê gotin leşkerên rûs ji Til Riferê vekişiyan e û bajar teslîmî leşkerên tirk kirine. Rûsya li Sûriyê siyaseteke pir namerdane dimeşîne.

Ji xwe Tirkiyê ev çend roj in bi hezaran çeteyên xwe ji Gutayê neqlî Idlibê kir. Gelek çeteyên Feyleq El Rahman birine Efrînê. Li gundên dagir kirine çeteyan bi cî dikin. Nuha dibê wan di cepheyeke din da bi kar bînin.

Berê Tirkiyê hewqasî vekirî bi çeteyên îslamî ra hevkarî nedikir, di bin ra, bi dizî alîkarî, sîleh û cebilxane dida wan. 

Lê nuha, piştî dîtin dinya ji texmîna wan jî bênamûstir e, êdî bi Nusra, Daîşê û çeteyên din ra mil bi mil şer dikin.

Di bin destê Erdogan da bi dehhezaran çeqel û çuqûlên ereb û çeteyên îslamî hene. Ji bo Erdogan ev yek fersend û îmkaneke nedîtî ye, mêrik van çeteyên îslamî wek kerên mayinpaqijkirinê bi kar tîne, wan dide pêş. 

Heta ev îmkan di destê wî da be û heta dinya ev dinya bênamûs be Erdogan ewê şer bidomîne, ewê êrîşî her derê bike. 

Helbet loqê herî rehet kurd in, berî her kesî ewê kurdan qir bike. 

Lê ewê ji Sûriyê û ji Îraqê jî bela xwe veneke, ewê gelek deran dagir bike. 

Çimkî îktîdara wî girêdayî hebûna şer e, roja şer biqede ewê jî bikeve. 

Lema jî heta Erdogan li ser hukim be ewê şerê bi kurdan ra, bi Sûriyê û bi Îraqê ra nesekinîne.

4 kommentarer:

  1. Mamo, tirkan Ghota teslimi Suriye kir u Suriye u Rusan ji Efrin teslimi tirkan kir. Ev bazar pir eshkere ye.

    SvaraRadera
  2. Erê wer xuya dike. Lê ev hevîr ewê hîn gelek av rake.

    SvaraRadera
  3. Heke gotina Trump ku ew de ji suriyeye vekishin rast be, xuya ye DYA we hin pirtir ji Rusya, devere rojhilate Ferate hemu teslimi Tirkan bike

    SvaraRadera
  4. Ê heger tiştê tê gotin rast be ji xwe gotiye ewê ji Sûriyê vekişin. Ev tê maneya ewê dev ji alîkariya HSDê berdib. Lê îcar Fransayê gotiye ewê alîkariya kurdan bikin, gelo Amerîka Sûriyê dewrê Fransayê dike, ew jî hîn ne diyar e.
    Axir tu dîwarekî saxlem kurd pişta xwe bispirênê tuneye. Gerek kurd êdî li gorî vê rewûa nuh xwe reorganîze bikin.

    SvaraRadera

PARVE BIKE