04 mars 2018

PAK li Stockholmê bi dost û dilxwazên xwe ra hat ba hev




Do êvarî li Stockholmê em gelek dost û heval mîvanên PAKê bûn. Me bi hev ra şeveke xweş derbas kir û sohbeteke berhemdar kir.
Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê) li Stovkholmê bi dost, dilxwaz û hevalên xwe ra hat ba hev û bi hev ra xwarinek xwarin û sohbeteke baş kirin.

PAK li Kurdistanê jî û li Ewrûpayê jî kar û xebatên pir baş dike. Li gorî hêz û îmakanên xwe hewil dide li hemberî êrîşên dewletê tiştekî bike û muxalefeteke kurd û Kurdistanê organîze bike. 

Ev kar û xebata PAKê ji alî hemû kurdên welatparêz ve tê dîtin û teqdîr kirin. Xwezî hemû partiyên kurd wek PAKê dilxwazê yekîtiyê û hevkariyê bûna. 

Ji bo vê şeva xweş û mîvanperweriya hevalên PAKê, li ser navê xwe ez spasiya Komîteya Piştgiriya PAKê ya Ewrûpa dikim û dibêjim mala we ava be. 

Kar û xebata hûn dikin hêjayî teqdîrê ye. Di van rojên giran da bêdengnemana li hemberî zulmê karekî bi rûmet û hêjayî teqdîrkirinê ye.

Em bi hev ra xurt in, emê bi hev ra xurttir bibin. Ji bo vê xebeta we ya ji bo kurd û Kurdistanê mala we ava be. 



Di êrîşên ser Efrînê da bi qasî Tirkiyê, Rûsya jî sûcdar e. Tirkiye bi destûra Rûsyayê êrîşî Efrînê dike.
Rûsya ne bi kurdan ra tenê, bi Sûriyê ra jî qeleşiyê dike. Xwedêgiravî mitefikê Sûriyê ye lê destûrê dide Tirkiyê axa Sûriyê dagir bike.
Heger ne ev bêexlaqî û qeleşîya Rûsyayê bûya Tirkyê nikanîbû guleyekê jî bera Efrînê bida, nikanîbû bihostekê jî têkeve axa Kurdistanê.


Tiştê Keya Îzol gotiye rast e, bi rastî jî Ewrûpa ji Tirkiyê ditirse û lema jî newêrin ji Erdogan û rejîma wî ra tiştekî bibêjin. Tiştê îro Erdogan dike li hemberî kurdan, li Efrînê dike ji yên Mîlosewîç pir xerabtir in. Lê Ewrûpa dîsa jî newê ji Erdogan ra bibêje gula te tahl e. 
Tirkiye bi rengekî pir vekirî bi terorîst û çeteyên îslamî ra rîst, piştgirê dide wan, van çeteyên terorîst wek beşekî artêşa xwe bi kar tîne. Van qatilên îslamî her roj vîdeoyên wahşterê belav dikin. Lê Ewrûpa dîsa jî dengê xwe nake.




Mahçûpyan gotiye, "Ez dibêjim êdî dem hatiye meriv bibêje ev rejîmeke çito ye?”
Wey roj baş !
Ma ev dem nuh hatiye?
Herî kêm 6-7 sal berê dibê te ev gotion bikira. Di vê rejîmê da ciyê te jî tuneye û bi derengî be jî wa ye te fêm kiriye.

4 kommentarer:

  1. Bi hêvîya ku PAK û partîyên kurdî yên mayîn ji bo çend kursîyên li Enqereyê xwe jî hêvîyên kesên bi wan bawer jî nefiroşin û îradeyeka kurdî saz bikin li dijî tifaqên jinavbirinê yên di kirasê dîmoqratîyê de.

    SvaraRadera
  2. Gava tu fikrê xwe dibêjî hinekî bi edb e !
    Tu bi çi heqî xelkê bi "xwefiroşiyê" îtham dikî?
    Tu kanî çûna meclîsê şaş bibînî. Lê mafê te tuneye ji çûna meclîsê ra bibêjî ev "xwefiroşî" ye!
    Ez nikanim li ser navê PAKê bipeyivm, lê ez bawer nakim PAK li dû kursiyên meclîsa tirk be.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bila wek te gotî be, bila peyva min bê edebî be. Lê tek daxwaza min ew e ku van dost û biraderên me min bidin fediyê û ez li xwe poşman bibim...

      Lê kezeba min şewitiye, bavê min be jî tehemula min ji tucarên xwîna / hêvîya kurdan ra nemaye.

      Reş û sipî bi hev re nabin...

      Birayê delal

      Radera
  3. Birayê ezîz, rexneya min li gotina "xwefiroş" bû, min got dibê meriv wiha nebêje. Wekî din siyaseta wan rexne bike, tu çi dibêjî biêje.

    SvaraRadera

PARVE BIKE