23 mars 2018

Min got ez risim biguherim lê ez guherîm


Her guhertin bi xwe ra guhertineke din tîne bîra meriv. Min mîzanpaja bloga xwe ”hindik-rindik” guhert min got mesele qediya. 

Lê mesele neqediya, fikrê guhertinê bû kurm û ket bedena min. Nuha jî dixwazim rismê profîla xwe biguherim.

Ji bo rismekî bi rojan li nava arşîwa xwe ya risman geriyam. Dawiya dawî min çend heb bi du dilî hilbijartin û ji Emer Farûk Baran ra şandin. 

Îcar wî neeciband. Geh got, fon ne baş e, geh got, ronahî xerab e, geh got, mesaf dû r, geh got kadraj nabe, yanî di her rismî da kêmasî û qusûr dît û got nabe.

Piştî çend roj munaqaşeyên di Whatsappê da me biryar da ji dêlî risim/fotograf ezê karîkatorekî bidim çêkrin.

Min ji karîkatorîstê bi nav û deng kekê Yehya Alselo rica kir ji bo profîla min ji min ra karîkatorekî çê bike. 

Mala camêr ava be piştî çend rojan ji min ra karîkatorek şand, min kir nekir camêr pere jî negirt. Ji bo vê çêyiya kekê Yehya Alselo ez spasî wî dikim.

Min karîkator ji Emer ra şand, lê ew jî neeciband. Got efendim ev karîkator ji bo profîla blogerekî nabe. 

Hûn rastiyê dixwazin karîkator ne bi dilê min jî bû, pir bi xof û kal xuya dikir. Min dixwest karîkatorekî sempatîktir be…

Welhasilî kelam me dev ji karîkator jî berda. Me li ser kişandina rismekî nuh li hev kir.
Emer di Whatspappê da bi hostayî ji min ra îzah kir dibê ez li çi miqate bim, dibê rismekî çawa be…
Merheleyeke nuh dest pê kiribû, dibê yekî rismekî min bigirta. Xanim ne hoste ye, tu rismekî xweşik nagire, tu dibêjî belkî mexsûs xera dike, ya jî bi min wer tê.


Lema dibê min fotokêşekî din bidîa.
Min mesele ji lawikê me yê biçûk Rojen ra got, min got Rojen, lawo mesela rismê min bû çîroka koça ”bînî hîlal”, hela îcar tu çend rismên min bigre.

Ez serê we neîşînim Rojen do êvarî çend rismên min girtin û dû ra li wan û li rismê profîla min nêrî.
Îcar wî got, ”bavo, bi dîtina min rismê te yê di blogê da baştir e, bi dîtina min neguhere, bi ra ew risim bimîne…”

Ez mam di orta xelîl û celîl da. Min ji nuh ve bala xwe da rismê xwe yê blogê, min dît bi rastî jî ji yên Rojen girtine xweşiktir xuya dike. 


Bi hustuxwarî min dev ji projeya guhertinê berda. Min ji Emer ra mesajek şand, min got Emer heyra dev jê berde, bira rismê blogê bimîne.

Min xwest di bloga xwe ”hindik-rindik” da guhertinekê bikim lê bi ser neketim, ji dêlî guhertinê ez guherîm. Mesele dîsa çû qeysa berê.

De bira wiha bimîne, heta rojekê xwedîxêrek ji min ra karîkatorekî xweşik çê dike.


Mihemed Ronahi Ömer Faruk Baran jî xwe Ara Guler sanmîş dike. Em tiştekî bi wî nikarin bidin ecibandin. Ustelik hezar wêneyên min li cem wî ne, ez ketim û mirim yek neda min.

Zinarê Xamo Erê bi navê Xwedê tu rast dibêjî, min kîjan risim jê ra şand, got "niççç !"

Mihemed Ronahi Lê xwedê zane hemû karên wî lawikî profesyonel in. Kislan e lê gava dike qenc dike.

Ali Kut Xuyaye tuê berê me bidî deryayî, an ê biqelişe û em dê derbasî hêla din bibin (welatê me î qedîm warê kanîyên mey û hingiv) an ê li me bighêje hev (Ramsesê dawîn ERDOĞAN ê me li nîvê rê zeft bike) û emê bifetisin!

Zinarê Xamo M. Elî, rast e hinekî dişibe rêberê mûcîzeya qelişîna Derya Sor. Lê ew dem derbas bû, Hz. Mûsayekî din ranabe.

Mehmet Küçük Wa ya ne tu yi.wi sureti rakı zinnar.

Zinarê Xamo Tişt nabe, orjînal li ciyê xwe ye..:))
Abdulğani Bakir bi her hawayê tu bedewî kek Zinar.

Zinarê Xamo Spas, mala te ava.

Faruk Devlıken Denli Xalê Zinar, wexta ez li vî wêneyî dinêrim, bi min wer tê hinekan tu û Mamoste Nûjen li bin guhê hev xistine û ev karakter derketiye. Him dişibe te, him dişibe Mamoste... 

Zinarê Xamo Devliken, bi Xwedê tu rast dibêjî, ji xwe çer min dît hat bîra min jî. Min got ne mimkûn e evê "nexweşik" ez bim, ji %99 Mamoste ye, ji %1 jî ez im...

Bavebawer Tekinhan Kek Zınar wek xorte 18 saliye..


Faruk Devlıken Denli Zinarê Xamo Hahahaha
Ji mamosteyê min re wer nebêje, ez qebûl nakim ha!
Mamosteyê min çeleng û lihevhatî ye û herweha wexta derdikeve ber tavê çavekî wî kesk, yek zer e... 

Zinarê Xamo Ê Devliken, ma ez rastiyê nebêjim? Hevalê minê 40 salî ye, ez nas dikim heyran...



6 kommentarer:

  1. Apê Zinar karîkaturê te bi ya min xweşik e, lê resmê te yê profîlê jî baş e. Îja biryar dîsa ya te ye :)

    SvaraRadera
  2. Spas Înan. Weleh karîkator pir bi xof, wek "Erol Taş" xuya ye, min dixwest Zinarekî sempatîktir be...:))
    Lê ya muhîm ev çîrokek jê sadir bû...

    SvaraRadera
  3. Xalo, ma cirane te MamHoste nikare ji te re tishteki cheke?

    SvaraRadera
  4. Nuka ne cîranê min e, çûye taxa "qodemanan" !
    Û çêke jî ewê bi qestî ji viya xerabtir çêke...:))

    SvaraRadera
  5. Apê Zinar,

    Ji zû de ve ye ez wanî viqas pir nekenîyabûm :) :) Mala te hezar carî ava be.. Min fehm kir, dawîya dawî ez dikim wê fotografê bigirim :) Ka hele em binêrin çi çîrok heta wê çaxê çêdibin :) Têm destên te.

    SvaraRadera
  6. Ji ber ku kêfa te ji nivîsê ra hatiye kêfxweş bûm. Ecela wê tuneye, meriv diz şevreş pir in.

    SvaraRadera

PARVE BIKE