02 mars 2018

Min bazareke nuh kir !


Gelî dost û hevalên ezîz û xwendevanên hêja, min bazarek kir û dixwazim we jî ji vê bazara xwe haydar bikim.

Bi Xwedê min kompîtoreke(laptopeke, datayeke) nuh û top kirî û ji do êvar da ye bi wê dinivîsim.

Kompîtora min 5-6 sal kevn bû û pir giran bûbû, gelek caran dihat girtin, pir germ dibû û ji min ra hin gelş çê dibû. 

Ez tirsayam rojekê ji nişkava ve îstop bike, xera bibe û nivîsên min wenda bibin ya jî ji min ra hin serêşiyan derxe.

Ez bi lawikê xwe Rojen şêwirîm. Pêşniyara wî, got bavo berî xera bibe yeka nuha bikire.
Min jî gurra wî kir û yeka nuh kirî.

Ya min a berê Asus bû. Min îcar HPyek( HP 250 G6 1WY59EA#UUW) kirî. Li gorî alim û zanayan HPê marqeyeke baş e. 

Yeka zêde ne buha ye, ji wê erzantir jî nedibû. Min xwest yeka baştir bikirim lê hevalekî zana û Rojan got ne hewce ye. Yên hafizeya wan zêde jî bêxwediyan pir buha ne, bi kêmanê sê caran li buhayê vê ne, li dora 1500-2000 Euroyî ne. Viya min 600 Euroyî kirî.

Ava cerê/kûzê nuh e cemidî ye, nuha kêfa min jê rat ê û xweş xuya dike. Hîn baş fêrî wê û hunerên wê nebûme. Hêdî hêdî emê fêrî hev bibin.

Acar Can Mamê Zinar rema wê 8 gb û hard dîska wê 256 gb (ssd yanî dibêjin dêska hişk ku weke yê berê ne mekanîkî ne)
Kirde(Processor) î5 întel
Ev ji bo kombersekê taybetiyên gelek baş û pêşketî ne.
Bi xêr û xweşî be.

Zinarê Xamo Min dixwest 512gb û î7 bikiriya lê ew jî hinekî buha bû. Lê ji buha bêtir Rojenê lawikê min û hevalekî din gotin bes e.

Acar Can Bi ya min jî bese mamo.

Acar Can Pîroz be.

Acar Can Modelên HP yê ê li Tirkiyê têne firotin bikêr nayên mixabin lê HP merqeyeke gelek kevn û xwedî tecrûbeye di warê kombersan de.

Funda Dalgali Koc Bi xêr û xwesî be Mamoste.

Jamal Kazemi Pîroz be her disan wek caran nivîsê xweş pê binivîsî

Bahaa Sulaiman Ti xêrê jê bibînê.

Mustafa Aydogan Li ser xêrê be! Gava ku mirov kincekî an pêlavekê dikire, li gor çanda kurdî, mirov dibêje "tu bi xêr biqetînî", loma ez jî dibêjim "tu komputera xwe bi xêr xerab bikî."

Zinarê Xamo Rast e kurd wer dibéjin. Gotineke xweş e. Mala ava be.

Sores Bladhede Bazara te ser xêrê be û bihêviya serkeftina te dixwazim!

Abdurrahim Ayaz Kompîtura te li ser xere be inşelleh tu ye gellek kompîturan kevn bikî.

Perihan Özgökçe Ser xére be mamoste ye delal. Emre dırej tu gellek kompîturan kevn bikî.slv


2 kommentarer:

  1. Apê Zinar,

    Bi hêvîya ku tu mala bişkokên wê xirav bikî bi lê-danê. :)

    Her binivîsî...

    SvaraRadera
  2. Na ez hêdî dinivîsim.Nifira li min meke.

    SvaraRadera

PARVE BIKE