23 mars 2018

Mêrik him berpirsiyarê partiyeke kurd e û him jî ji dagirkirina Efrînê ra li çepikan dixe



Tirkiye di nava kurdên Kurdistana Rojava da baş xebitiye, mêrikan ji xwe ra gelek sîxur û cahş çêkirin. 

Tiştê bere bere meriv dibîne Tirkiyê asasê dagirkirina xwe baş danîye, baş saxlem kiriye.

Fuad Elîko serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û nûnerê ENKSê ye. Mêrik ji nuha da dagirkirina Efrînê li dilê xwe dixe û dibêje gerek kurd vê realîtê qebûl bikin. Dibêje Sûriya hatiye perçekirin û Efrên jî para Tirkiyê ketiye. 

Û ji xwe rejîma Esed tiştek neda kurdan, hefsên Sûriyê ji 1963 û vir da ye tu carî ji kurdan vala nebûne…

Yanî baş bûye ku Efrîn hatiye dagirkirin, çimkî berê xerabtir bû, lema jî dibê meriv li dijî dagirkirina Efrînê dernekeve. Di hevpeyvînê da tiştê Fuad Elîko dibêje bi kurdî ev e.

Mêrik ji ber ku xwe tam firotiye Tirkiyê lema jî perîşanî û zelûliya kurdên bakur tê da ne nabîne, tu dibêjî belkî li Tiriyê Federasyona kurdan heye û 10 hezar girtiyên kurd wek êsîr ne di zindanên Tirkiyê da ne.

Ev mexlûq cahş û xwefiroşekî hewqasî pîs û hewqasî bêşexsiyet e, ji dêlî li dijî dagirkerî û talana welatê xwe derke, PYDê rexne dike. 

Li hevpeyvîna Dilbixwîn Dara temaşe bikin hûnê bibînin bê ev cahş merivekî çiqasî bêheya ye.
Fûad Elîko her wisa got:

”Şeş ketîbeyên ENKSê jî bi leşkerên tirk û Artêşa Azad ra ketin nava Efrînê.” 

Hin kesan digot hêzên ENKSê di nava Artêşa Azad da heye min bawer nedikir. Lê Fuad Elîko di Rûdawê da ev yek piştrast kir.
Yanî hêzên ENKSê jî bi çeteyên îslamî û artêşa tirk ra Efrîn dagir kirine.

Linka hevpeyvîna Fuad Elîko 




Tirkiyê berê tenê di nava kurdên bakur da ji xwe ra hevkar û zilam çê dikirn. MIT di nava kurdên din da zêde ne aktîf bû. 

Lê bi şerê Sûriyê ra Tirkiyê qad û tara xwe firehtir kir; nuha giraniyeke mezin dide ser kurdên rojava. Û helbet kurdên başûr jî. Di nava demeke kin da gelek însan bi xwe ve girê dane. Li başûr û rojava zilamên wan bi qasî yên Kurdistana Bakur hene.

Lê asas ne hewceyî xebateke zêde ye jî, maşaleh di nava kurdên rojava da kesên dixwazin bi pereyekî pir erzan bibin zilam û xulamên Tirkiyê hewqas pir in, hewqas pir in, MIT jî matmayî maye. MITê tu carî bawer nedikir hewqas kes, bi vê rehetiyê û bi vê erzaniyê bibin zilamên wan.

Tarîx şahid e, xayinên kurdan her tim pir bûne. Îxaneta 16ê cotmehê û nuha jî ya Efrînê îspata vê yekê ye.

Meriv di telewîzyonên tirk da jdibîne ji tirkan bêtir kurd neyartiya PYDê dikin û bi dagirkirina Efrînê kêfxweş in.

2 kommentarer:

  1. Mamoste, ji ber ku mesele berjewendiyen pariyan e u ne ya netewi ye herdu ali ji di tikiliyen qirej de werbune.

    SvaraRadera
  2. Ya muhîm naskirina xayinên kurd in, dibê kurd van xayinan nas bikin. Tu sûc ji hevalbendiya dijmin ne girantir e, tu pîsî ji xiyaneta bi welat û bi gelê xwe ra ne bêşereftir e.

    SvaraRadera

PARVE BIKE