31 mars 2018

Kesên li dijî yasaxa kurdî derdilevin ew bi xwe bi zarokên xwe bi kurdî napeyivin




Li Stenbolê şîrketeke înşaatê ya bi navê ”Yapi & Yapi” axftina kurdî li karkirên xwe yasax kiriye û ji bo vê yekê jî beyaneke nivîskî jî belav kiriye.

Ev çend roj in di medyaya sosyal da kurd vê meselê minaqaşe dikin û şîrketa kurdî li karkirên xwe yasax kiriye rexne dikin.

Lê ez bawer nakim ji sedî yekê kesên yasaxa şîrketê rexne dikin bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin.

Belkî ew karkir bi xwe jî li mala xwe bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, tenê di dema xebatê da ya straneke bi kurdî gotine ya jî bêhemdî du sê galgal bi hev ra kirine.

Yanî qet ne hewceyî yasaxê ye, ji xwe kurdan bi xwe dev ji kurdî berdaye. Dibê tirk di vî warî da rehet bin û nekevin telaşê.

Ji ber ku kurdî ne zimanê perwerdeyê ye û zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe naxwînin kurd dewletê rexne dikin. Baş e rexne bikin. Lê ew bi xwe bi zarokên xwe bi kurdî napeyivin.

Dewletê di malan da axaftina kurdî li kurdan yasax nekiriye, lê piraniya kurdan dîsa jî bi kurdî napeyivin.

Yanî xeta xwar ji kurdan bi xwe da ye, erê dewlet zalim e, irçîtiyê û bênamûsiyê dike, heqê m enade, ev  hemû ras in.

Lê em bi xwe jî ne aşiqê kurdî ne, em bi xwe jî bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin.

Kurdê ji dagirkirina welatê xwe ra li çepikan xe, kêfa xwe bi dagirkirina Efrînê û bi kuştina 3800 kurdî bîne ma  qet zimên diparêze?

Tiştê kurd dikin tenê gotin e, lê bi daxwazên xwe ra ne samîmî ne.

Di TRTkurdî da li programa (Civak û Siyaset) ya Vahdetîn Înce û Muhsîn Kizilkaya ya do(30/3) temaşe bikin û hûnê bibînin di nava kurdan da çi xayin mezin hene...

Yê kêfa wî ji dagirkirina welatê wî ra were ewê ziman çi bike...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE