15 mars 2018

Ka guhertina sînoran zor bû û nedihat qebûlkirin ?




Her cara kurd qala serxwebûnê dikin Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, Rûsya, Îran, Îraq bi kurtî hemû dinya dibêje "nabe sînorên hene werin guhertin, tiştekî wiha pir zor e, ne mimkûn e, nayê qebûlkirin, lema jî gerek hûn qala serxwebûnê û dewleteke kurd nekin."

Lê wa ye Tirkiye sînoran diguhere, wa ye axa kurdan û bajarên Sûriyê dagir dike û dibêje emê Efrînê nedin Sûriyê.

Lê Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, Rûsya, Îran û welatên ji me ra dibêjin "sînor nayên guhertin, nabe hûn sînorên welatan biguherînin", li hemberî Tirkiyê hemû jî bûne kûçik. Rûsya, Îran, 23 dewletên ereb, Nato, Yekîtiya Ewrûpa ya bênamûs ji Tirkiyê ra nabêjin: 

-Tu çawa Efrînê nadî Sûriyê? Tu sînoran diguherî, ev nayê qebûlkirin.
Tu kes ji Tirkiyê ra viya nabêje.
Lê ji me ra dibêjin.

Li Îraqê hemû dinayê ji me ra got, nabe hûn serxwebûna xwe îlan bikin. Ev guhertina sînora ye…
Lê eynî dinya bêşeref ji Tirkiyê ra nabêje …
Çimkî em kurd zeîf in û Tirkiye xurt e…

Dinya kane bi me, lê nikane bi Tirkiyê, ji Erdogan ditirsin. Ewrûpa bi qaî ji Hîtler ditirsiya îro ji Erdogan ditirse.

Lema jî Erdogan sînoran jî diguhere, qetlîaman jî dike, hevalbendiya Daîşê jî dike û ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê jî digre.

Neguhertina sînoran tenê ji bo me kurda ye, ne ji bo Tirkiyê ye.
Çimkî tirk xurt in.
Ev dinya berdanberdan e, kî kanibe bi kê. 

Yê xurt kane her tiştî bike. Her zulmê, her neheqîyê, her qetlîamê li xelkê mezlûm bike û ev mafê wî ye û ne sûc e û ne jî yasax e.

De heger ne derew e ji Tirkiyê ra bibêjin tu nikanî Efrînê dagir bikî û sînoran bigiuherînî !
Lê ez zanim kesê nebêje, heta bi xayin û namerdên wek Pştîn û Îranê jî, xwedêgiravî mitefikên Esad in, ewê jî dengê xwe nekin. 

Çimkî Tirkiye bi destûra Rûsyayê û Îranê Efrînê dagir dike, heger wan destûr neda, heger Amerîkayê çavê xwe ji dagirkeriyê ra negirta, Tirkiyê nikanîbû gavek jî biavîta nava axa Efrînê...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE