21 mars 2018

Îro Newroz e !




Îro 21ê adarê ye.
Newroz e.
Newroz, rojeke kurdan ya netewî ye, di dîroka kurdan da rojeke vejînê, serîhildanê û serketinê ye.
Do bi şev kurdan li seranserê Kurdistanê û li her welatê lê hene agirê Newrozê dadan û bi dilekî Newroz pîroz kirin.

Lê ji ber dagirkirina Kerkûkê û nuha jî ya Efrînê, kurd bi moralekî xerab û dilekî xemgîn Newrozê pîroz dikin.

Di dîroka kurdan da meha adarê meheke qebîh û bêyom e, di vê mehê da gelek bela û felaketên biçûk û mezin hatine serê kurdan.

Ji van felaketên mezin yek Komkujiya Helebçê ye, yek ”Peymana Cezaîrê” ye. Wek tê zanîn Peymana Cezaîrê di 6ê adara 1975a da li Cezayîrê di nabêna Şahê Îranê Riza Pehlewî û Cîgirê Serokê Iraqê yê wê demê Seddam Husên da hat îmzekirin û bû sebebê têkçûna şoreşa Kurdistana Başûr û malwêraniyeke pir mezin.

Nuha jî Efrîn li van felaketan zêde bû.
18ê adara 2018a di tarîxa miletê kurd da rojeke pir reş e. Di 18ê adarê da Tirkiyê û çeteyên wê yên îslamî û Daîşê Efrîn dagir kirin û dest bi talankirina bajêr kirin, peykerê Kawa hulşandin. 

Li dora 200 hezar kurd ji Efrînê û derdora wê koçber bûn û çol û çepelan di rewşke pir xerab da dijîn.
Tirkiye herêma Efrînê ji kurdan vala dike, dest dide ser mal û milkên kurdan, ereb û tirkmenan li wir bi cî dike û dixwaze demografiya Efrînê biguhere. 

Dinya li vê dagirkeriyê temaşe dike. Kurd him ne li ser hev in, yekîtiyeke wa nya netewî tuneye û him jî qeweta wan têrê nake Tirkiyê ji welatê xwe derxin.

Bi kurtî rewşa kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî pir xerab e. Li Bakurê Kurdistanê jî û li Rojhilat jî kurd di halekî xerab da ne. Dinya alîkariya kurdan nake. 

Di atmosfereke wiha xerab da qet ji dilê min nayêNewrozê pîroz bikim. Lema jî min ne pîrozbahiya Newrozê belav kir û ne jî Newroza kesî pîroz kir.

Çimkî dilê min dije derd û kul e, dagirkirina Kerkûkê û Efrînê û hovîtiyên çeteyên ereb yên îslamî, talankirina mal û milkên kurdan, quretiyên tirkan ji ber çavê min naçin. 

Lê li gel vê xemgîniyê jî ez Newroza hemû kurdên bi xîret û welatparêz û serxwebûnxwaz û hemû gerîlla û pêşmergeyên welatê xwe diparêzin ji dil û can pîroz dikim. 

Rewşa me çiqasî giran û xerab be jî bêyî micadelê û liberxwedanê tu rêyeke din li ber me tuneye, emê li ber xwe bidin heta ku digihîjin azadiya xwe û Kurdistanê ava dikin.

Bijî azadî û serxwebûn!
Bimre bindestî, cahçîtî û hevalbendiya dewletên dagirker!

Qey qedera me ye,
ji bo em zêde bêhêvî û xemgîn nebin,
ji bo em xwe zêde qudûmşikestî nekin,
em dibêjin par ya jî filan sal
ji îsa xerabtir bû...
ew jî rast e,
sal bi sal xwezî bi par


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE