28 mars 2018

Îro li Tirkiyê rejîmeke ji apartheida Afrîka Başûr irqçîtir heye



Îro li Tirkiyê rejîmeke ji apartheida Afrîka Başûr zalimtir û irqçîtir heye û halê kurdan jî ji yê reşikan sed qatî xerabtir e. Welatê kurdan hatiye dagirkirin û dewlet zulmeke nedîtî li kurdan dike

Apartheid, navê rejîma irqçî ya Afrîka Başûr bû. 

Maneya peyva ”apartheid”ê nijadcudakarî ye, yanî spî di ser reşikan ra dihat dîtin, dewletê ferq û cudahî dixit nabêna mirovên spî û reşik, spî di ser reşikan ra didît, neheqî û zulm li reşikan dikir.

Lema jî hemû dinya li dijî rejîma apartheid ya Afrîka Başûr bû. Ambargoyekle berfireh li ser Afrîka Başûr bû. Turîst nediçûn Afrîka Başûr. Malên Arîka Başûr li Ewrûpayê dihat boykotkirin.

Li her welatî tevgerên antî- apartheid hebû, her kesî piştgiriya ANCê û Nelson Mandela dikir. 

Li Afrîka Başûr vê rejîma irqçî, nîjadpereset ji sala 1948a heta 1992a dom kir. Lê dawiya dawî de Klerk mecbûr ma dev ji rejîma apartheid berda û derbasî demokrasiyê bûn.

Di 1990î da bi berdana Nelson Mandela ra rejîma apartheid ji ortê rabû û Mendala di 1994a da bû serokê Afrîka Başûr.

Di ketina rejîma apartheid da piştgiriya navnetewî roleke esasî lîst, de Klerk mecbûr ma dev ji rejîma apartheidê berde û derbasî demokrasiyê bibe.


Rejîma Tirkiyê ya îro ji rejîma Botha ya apartheidê bi kêmanî deh qatan irqçîtir e û halê kurd li Tirkiyê tê da ne sed qatî ji halê reşikên Afrîka Başûr xerabtir e.

Lê dîsa li dinyayê kes piştgiriyê nade me, dîsa jî kes ambargoyê danîne ser Tirkiyê, dîsa jî Neteweyên Yekbûyî li ser vê rejîma tirk ya irqçî  û dagirker tu biryarê nagre û ji Tirkiyê ra nabêje zulmê li kurdna neke, û mafê kurdan yên netewî bide.

Di qada navnetewî da jî piştgiriya ji bo reşikên Afrîka Başûr hebû ji bo me kurdan tuneye, li tu welatekî dinyayê tevgereke li dijî rejîma tirk ya îslamîst-faşîst û antî-kurd tuneye. 

Neteweyên Yekbûyî, dinya li zulma tirk li me dikin temaşe dike. 

Dema rejîma Erdogan ya îslamî-faşîst vê bêdengiya dinyayê dibîne bêtir cesaretê digre û zulm û terora xwe zêde dike.

Bube Eser Kek Zinar dest xweş lê ê wan Mandala û ANCê wan hebû ê me kî heye gelo. Çend serokên me hene. Çend partiyên me hene. Ewropî wê alîkariya kîjan partiyê bikin. Divê em berê li xwe û xalê rastiya xwe mukur werin.
Silav

Zinarê Xamo Na weleh ne ANCa (Kongra Netewî ya Afrîka) me heye û ne jî serokekî me yê wek Mandela heye. Û ji xwe kêmasiya me jî ev e. Ez tim dibêjim, heta cepheyeke netewî ya Kurdistanê çê nebe û serokekî wek Gandî, wek Mandela netewî dernekeve halê me kurdan ewê tim ev halê rezîl be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE